Xizmen windayan ji bo Komkujiya Dîgorê daxwaza edaletê kirin 2022-01-01 14:46:08 AMED/ÊLIH - Xizmên windayan ku di roja destpêkê ya salê de li Amedê çalakî li dar xistin, ji bo Komkujiya Dîgorê ku 17 kesan têde jiyana xwe ji dest dabû daxwaza edaletê kirin. Li Êlihê jî xizmên windayan pirsa aqûbeta Zeynel Kursep kirin.    Li Amedê, xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, lêgerîna xwe ya edaletê di roja destpêkê ya sala 2022'yan de berdewam kirin. Di hefteya 673'yan de xizmên windayan û ÎHD'î li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gelhev û pirsa aqûbeta Komkujiya Dîgorê ku di 14'ê tebaxa 1993'yan de pêk hat û 6 jê zarok bi giştî 17 kesan têde jiyana xwe ji dest da pirsîn.      KOMKUJIYA DÎGORÊ   Di çalakiyê de Endama Lijneya Birevebirinê ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Derya Yildirim daxuyanî da û qala pevajoya berî û piştî koımkujiyê kir. Yildirim, da zanîn ku roja komkujiyê ji 20 gundan bi hezaran kes li dijî ferzkirina cerdevanî, ambargoya xurek û serdegirtina malan li gundê Kocakoy hatine gelhev û ber bi Dîgorê dest bi meşê kirine û wiha got: "Dema ku mabû 2 kîlometre girse bigihîje Dîgorê polisên tevgera taybet pêşiya wê birîn û bêyî hişyarkirin gule li girseyê reşandin. Di encama gulebarankirinê de 6 jê zarok bi giştî 17 kesan jiyana xwe ji dest dan."   Di dawiyê de jî Yildirim, destnîşan kir ku 8 polisên berpiryar hatine darizandin û daraza Tirkiyeyê wan beraet kiriye lê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber komkujiyê Tirkiyeyê mehkûm kiriye.    ELIH   Li Êlihê jî xizmên windayan û endamê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, di hefteya 510'an a çalakiya xwe de li Kolana Gulistanê li ber Birdariya Mafê Mirovan li hev civiyan û pankarta "Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin" vekirin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz axivî û aqûbeta Zeynel Kursep ku ji 24'ê adara 1994'an ve agahî jê nayê girtin pirsî.    Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 deqeyan hat lidarxistin û çalakî bi vê bi dawî bû.