9 penaberên ku Tirkiyeyê wan dabû OSO'yê radestî Îranê hatin kirin 2022-01-01 13:53:14   WAN - 9 penaberên ku li Stenbolê hatibûn binçavkirin û li Azezê radestî OSO'yê hatibûn kirin, li deriyê sinor radestî rayedarên Îranê hatin kirin.   Ji bajarê Pave yê parêzgeha Kirmanşah a Îranê 9 welatiyên kurd bi rêyên qanûnî hatibûn Tirkiyeyê û di 22'ê tebaxê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin û piştre li Azeze radestî Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) hatibûn kirin. Duh bi şev cendirmeyan van welatiyan girt û ji Dîlokê birinê Deriye Sînor ê Gurbûlakê ye li navçeya Bazîdê ya Agiriyê radestî rayedarên Îranê kirin. Hat hînbûn ku rayedarên Îranê 9 welatiyan birine qereqola sînor a bajarê Xoyê.    Beriya niha malbatê wan ji bo radestkirina wan li ber Seferatxaneya Tirkiyeyê ya li Tehranê çalakî li dar xistibûn.