Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye 2022-01-01 12:31:47   STENBOL - Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Seyda Yûsûf Înal, bertek nîşanî sûcdariyên ku ji aliyê desthilatê ve li wan tên kirin da û ev tişt got: "Kesê ku bi derew û bûxtan me terorîst îlan dike ew bixwe terorîstê herî mezin ê dinyayê ye."    Di 3'ê tîrmeha 2021'an de 28 endamên Komeleya Piştevanî û Piştgiriya Alimên Olî (DÎAYDER) hatibûn binçavkirin. Piştî binçavkirina 7 rojan ji van endaman Alî Fûat Hatîp, Aydin Ayhan, Enver Karabey, Mehmet Înan, Mehmet Emîn Aslan, Nezîr Erdemcî, Ekrem Baran, Hafîk Tûnç û Sefa Mehmetoglû hatibûn girtin û 17 jê jî hatibûn berdan. Di encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat kirin de piştî 6 mehan derbarê 23 kesan de dozname hat amadekirin. Doznameya ku têde sûcdariya "endamtiya rêxistinê" û "bi zanebûn û xwestin alîkariya rêxistinê" li endamên DÎAYDER'ê hat kirin ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbole ve hat qebûlkirin.     NAVEROKA DOZNAMÊ   Di doznameyê de hatiye angaştkirin ku xutbeya ku seydayan bi kurdî daye ne zaravaya "herêmî" ye û gotinên "Civak, Bawermend, Heja, Jiyan, Henber, Rûmet, Taybet" ku seydayan di xutbeyan de gotine jî weke "gotinên rêxistinê" hatine hesapkirin û weke sûc hatine qebûlkirin. Dozname berî ku pêşkêşî dadgehê bê kirin bi çapemeniya alîgir re hat parvekirin. Piştî vê Wezareta Karên Hundir, bi hinceta endamên komeleyê yên li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dixebitin derbarê şaredariyê de venêran da destpêkirin. Çapemeniya alîgir di ser endamên komeleyê de Şaredariya Stgenbolê hedef nîşan da.    'BIL A BÛXTAN LE ME NEKIN'   Damezrînerê DÎAYDER'ê Seyda Yûsûf Înal, diyar kir ku desthilata AKP'ê bi derûniya sûc tevdigere û wiha got: "Endamtiya me ya tu partiyê tune ye. Ji bo ku xwe derbixe paqijiyê desthilat me hedef nîşan dide. Em cemaeteke olî ne û pewistiyên ola xwe bêyî ku di bin bandora tu kesî de bimînin bi zimanê xwe vedibejin. Min 31 sal meletî kir. Niha ji ber ku em xizmeta gelê xwe dikin me hedef nîşan didin. Di dema AKP'ê de tu seydayekî şafî negirtin kar. Niha Ekrem Îmamoglû 5 seydayên şafî girtiye kar. Herî kêm 5-6 milyon kes li vî bajarî şafî ne. Çawa ku ji beşên din ên civakê re xizmet tê kirin divê ji vê beşa civakê re jî xizmet bê kirin. Em CHP'î ne. Min vê li rûyê Kemal Kiliçdaroglû jî got. Maf û rastî li kuder be em li wir in. Em dibêjin bila nekine amûrên emelên xwe yên qirêj. Bila bûxtan li me nekin."   'TERORÎST EW KESÊN KU ME SÛCDAR DIKININ'   Di berdewamê de Înal, da zanîn ku wan bi "endamtiya rêxistinê" sûcdar dikin û ev tişt anîn ziman: "Heke sûcekî me hebe bila Wezîrê Karên Hundir derkeve aşkera bike. Ne bi derew û bûxtanê. Me terorîst îlan dikin. Ez dibêjim ku kesê me terorîst îlan dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye. Salnameya DÎAYDER'ê derxistiye kirine mijara sûc. Dibêjin ku Şaredariya Stenbolê ji bo vê salnameyê 34 hezar TL piştgirî daye DÎAYDER'ê. Xwedê şahide ku me vê salnameyê bi perê xwe derxistiye. Endamên komeleyê ji bo salnameyê pere dan. Bila van derewan nekin, Şaredariya Stenbolê pere nedaye me. Ev komele bi alîkariyê li ser piya ye. Wê van bûxtanên wan negirin. Mirovên xwedî wijdan divê ji vê bawer nekin.    NEYARTIYA LI KURDÎ   Înal, destnîşan kir ku weezên ku bi kurdî dane jî kirine mijara sûc û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Ji ber neyartiya li kurdî desthilat weezên kurdî jî kirine mijara sûc. Ev tiştekî tewş e. Neyartiya ziman nabe. Ziman ayeteke Xwedê ye. Kesên neyartiya vê dikin neyartiya Xwedê jî dikin. Heke tu bibêjî yek ziman tu dibî kafir. Dema min li Norveçê seydatî dikir xutbê dikir sê beş. Ez nikarim bi zimanekî ku mirov jê fêm nakin tiştekî vebêjim. Heke niha bi tirkî biaxivim ji sedî 80'yê cemaeta me fêm neke. Xwedê kurdî daye min. Heke li sûcdarekî digerin haşa bila Xwedê sûcdar bikin. Tiştên ku vana dibêjin êdî guh nabihîzin."   MA / Ferhat Çelîk - Dogan Kaynak