Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’ 2022-01-01 11:02:05   MÊRSÎN - Girtiyê nexweş ê giran Ozgur Azad Încî ku 22 sal in girtî ye, tevî nexweşxaneyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye wî jî ji ber ATK dibê ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ nayê berdan.    Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên giran pêk tên û mafên girtiyan ên jiyanê jî tên astengkirin. Girtiyên nexweş, tevî nexweşiyên giran û raporan jî terkî mirinê tên kirin û nayên berdan. Di meha Kanûnê de 6 di girtîgehan de 7 girtiyên nexweşên giran hatin qetilkirin. Girtiyê nexweşê giran Ozgur Azad Încî ku 22 sal in girtî ye, tevî gelek caran bang hat kirin ku li nexweşxaneyeke baş were dermankirin û were berdan jî nayê berdan.    Ozgur Azad Încî yê PKK’yî, ku di sala 1999’an de di dema “vekişîna” ji Tirkiyeyê ya li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hat girtin, tevî ku nexweşiyên giran lê hene 22 sal in girtî ye. Încî yê piştî hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat darizandin. Di sala 2008’an de cezayê hefsê yê muebbeta girankirî li Încî hat birîn. Încî yê ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat sewqkirin, bi dorê li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê, Tîpa D a Amedê, Tîpa E ya Sîlîfkeyê, Tîpa E ya Bûrdûrê hat ragirtin. Încî niha jî li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yemîn a Osmaniyeyê tê ragirtin.      DERMANÊN WÎ HATIN GUHERTIN   Încî, yê teşhîsa “şîzofreniya pêşketî”danîn ser, di heman demê de nexweşê tansiyon û nexweşiya dil e. Încî ku ev 13 sal in dermanê bi navê SOLIAN bi kar tîne, dikare bi bikaranîna vî dermanî rewş û tevgerên xwe kontrol bike. Încî dema dermanî bikarneîne halusinasyonan dibîne û zehmetiyê dikişîne ku xwe kontrol bike. Piştî ku di dema teşhîsa nexweşiyê de derman nehat dayîn, di encama hewldanên mezin ên malbata Încî de dermanê Solian hat dayîn. Rêveberiya girtîgehê di sala 2020’an de li şûna Solîanê dermanekî cuda da Încî û got: “Ev derman niha ji piyaseyê hatiye rakirin.”    Piştî ku Solian bi dermanekî din hate guhertin rewşa Încî xerabtir bû. Încî, ku gelek caran dema dermanê Solian bi rêk û pêk bi kar neyne nikare hişê xwe kontrol bike, di razanê de zehmetiyê dikişîne, ji bîr dike ku li kîjan girtîgehê ye, heta navê hevalên xwe jî ji bîr dike.    6 MEHAN DERMANÊ WÎ NEDANÊ   Piştî ku dermanê Încî hat guhertin û rewşa wî xirabtir bû, di encama hewldanên malbat û rêxistinên sivîl ên civakî dermanê Solian ji nû ve dan Încî. Încî ku 6 mehan nekarî dermanê Solian bi kar bîne, di nava wê demê de nexweşiya xwe bi pêş ket û zêdetir halûsînasyon dîtin.     REWŞA WÎ YA TENDURISTIYÊ NEBAŞ E   Birayê Încî, Hasan Încî di axaftineke ku derbarê birayê xwe kiribû de wiha gotibû: “Birayê min gelek caran di girtîgehê de, her tim li cihekî dinêre û bêdeng e. Halûsînasyonan dibîne. Di şert û mercên girtîgehê de mirov çiqasî dikare vê nebaşiya derûnî ya giran ragire nizanim. Rewşa birayê min Azad di girtîgehê de her ku çû xirab bû.”   ATK: DIKARE DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Bavê Încî Cemîl Încî, têkildarî tiştên lawê wî dijî nirxandin kirin. Încî, dazanîn ku, tevî nexweşxaneyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye lawê wî jî ji ber Saziya Tiba Edlî (ATK) dibê ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ nayê berdan. Încî diyar kir ku di encama serlêdanên malbatê de kurê wî sewqî nexweşxaneyeke li Amedê hatiye kirin û anî ziman ku nexweşxaneyê rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” daye lawê wî, lê tevî vê yekê jî lawê wî nehatiye berdan. Încî bi lêv kir ku pişt re kurê wî rakirin Nexweşxaneya Nexweşiyên Derûnî ya Xarpêtê û li wir teşhîsa “şîzofreniya kronîk” lê hat kirin û hat ragihandin ku ew nikare li girtîgehê bimîne. Încî, anî ziman ku li ser rapora nexweşxaneyê kurê wî şandine ATK’ya Stenbolê û bi lêv kir ku ATK’ê tevî raporên nexweşxaneyê jî rapora dikare “di girtîgehê de bimîne” da lawê wî.    ‘EV NE WIJDANÎ NE JÎ EXLAKÎ YE’   Bav Încî yê diyar kir ku dema lawê wî 5-7 roj an derman bi kar neîne rewşa wî giran dibe û dema sewqî ATK'ê hat kirin jî hefteyekê derman nedane kurê wî. Încî diyar kir ku ATK’ê ligel rewşa lawê wî dît ku nebaş e jî, bersiveke neyînî da û ev jî li dijî nirxên bijîjtiyê ye û ne exlakî ne jî wijdanî ye.    BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN   Încî, anî ziman ku her roj di girtîgehan de girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Ez ne tenê ji bo lawê xwe ji bo hemû girtiyên nexweş dibêjim. Berdin bila li derve tedawiya wan bê kirin. Bila bêhna xwe ya dawî li cem malbatên xwe bidin. Bila dayik û bav êşê nekişînin. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan.”   MA / Cemîl Ûgûr