Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn 2022-01-01 09:19:48 WAN - Waniyan diyar kir ku sedema herî girîng a krîza li Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û li dijî tecrîdê îşaret bi têkioşînê kirin.  Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Parêzerên wî herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin pê re kirine û ji wê çaxê heya niha hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê tên redkirin.   Li Wanê welatiyan anîn ziman ku tecrîda mutleq û girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan û civakê belav bûye.    YEKÎTÎ   Abdûrahman Balbay (65) diyar kir ku tecrîdê qebûl nakin û di şexsê Ocalan de hemû kurd tên tecrîdkirin. Balbay got: "Tecrîd zilm e."    Balbay, destnîşan kir ku armanca tecrîdê tunekirina gelê kurd e û bal kişand ser yekîtiyê ji bo kurdan: "Em divê li dijî tecrîdê bibin yek û bitêkoşin. Heya em nebin yek em ê nikaribin tecrîdê rakirin."    EDALET   Berhem Boran ê 55 salî jî anî ziman ku ji ber polîtîkayên dijwar ên îqtidar civakê rojên zor û zehmet derbas dike û got: "Em dixwazin tecrîd bê rakirin qencî çêbibe." Boran, destnîşan kir ku dixwazin li welêt bi awayekî aştiyane bijîn. Boran bilêv kir ku dê tecrîd bi têkoşînê bê rakirin û got: "Dixwazin bi tecrîdê civakê tune bikin. Em divê li dijî vê bitêkoşin. Em dixwazin binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji holê rakin. Em dixwazin edalet çêbibe."    ‘TECRÎD GEL XIZAN DIKE'   Boran, destnîşan kir ku divê hemû gel li dijî tecrîdê bitêkoşin û got: "Bi mirin, talankirin û polîtîkayên çewisîner dixwazin tevahiya civakêt uen bikin. Lewma divê em bibin yek û bitêkoşin. Em bitêkoşin em ê karibin tecrîdê bişikînin. Meseleya kurdî bi polîtîkayên şer nayê çareserkirin. Tecrîd sedema herî sereke ya krîza aborî ye. Heya tecrîd hebe, dê gel xizantir bibe."    Kadîr Çîçek, anî ziman ku armanca tecrîdê tunekirina kurdan e û tecrîdê wekî "zilm"ê pênase kir. ÇÎçek, destnîşan kir ku dê kurd bi polîtîkayên şer neqedin û got: "Çi dikin bila bikin lê wê nikaribin kurdan tune bikin. Kurdek bimîne jî dê têkoşîn hebe. Ev ne kurdan ne jî qanûnan qebûl dikin. Ez tecrîdê şermezar dikim. Gelê kurd divê rabe ser pêyan, bêtirs bitêkoşe."