ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2022-01-01 09:00:50 * Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku sala 2021'ê bi berxwedan û têkoşînê derbas bûye û got: "Divê em sala 2022'yan bi şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan û bi azadiya wî bikin sala serketinê."  * Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji bo Hecî Esvet Şeyaşar û kurên wî Celal û Adil ên ji hêla parêzvan û xizmên parlementerê AKP'î ve hatin kuştin li ber Edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" digirin, 300 roj in bênavber çalakiya xwe ya nobedê li dar dixin.   * Waniyan diyar kir ku sedema herî girîng a krîza li Tirkiyeyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û li dijî tecrîdê îşaret bi têkioşînê kirin.    * Sakîne Demîr, dayika siyasetmedar Sêvê Demîr, got: "Belkî Sêvê bi bedena xwe ne li cem me be, lê gava dimeşim di siya min de, gava radikevim di xewna min de ye. Qethiyen nikaribûn Sêvê bikujin. Ruhê wê yê berxwedêr li her derê Kurdistanê ye."    * Girtiyê nexweş ê giran Ozgur Azad Încî ku 22 sal in girtî ye, tevî nexweşxaneyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye wî jî ji ber ATK dibê ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ nayê berdan.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 299’emîn de berdewam bike.    * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 875'emîn de li aqûbeta windayan bipirse û daxwaz bike ku kujer werin cezakirin. (12.00)   * Li Amed û Êlihê Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê wê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)     * Malbatên girtiyan wê li Amed û Wanê Nobeda Edaletê bidomînin. (13.00-16.00)   * Şaxa ÎHD'a Îzmîrê wê bi awayekî online civîna çapemeniyê li dar bixe û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)   * Şaxa ÎHD'a Stenbolê wê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 510'emîn de li avahiya xwe li dar bixe. (13.30)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî wê di hefteya 382'emîn de li ber avahiya ÎHD'a Enqereyê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.30)