Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin 2021-12-31 18:30:05   MÊRDÎN - Malbatan ji bo cenazeyên 4 jinên li Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê jiyana xwe ji dest dan bigirin mînaka xwînê dan. Lê bêyî ku li benda encaman bimînin cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin.    Di 11 Kanûnê de li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê operasyona eskerî hatibû destpêkirin û heta 15’ê Kanûnê berdewam kiribû. Hatibû diyarkirin ku di encama bombe barandina balafirên şer de 6 endamên YJA-STAR’ê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyê 6 jinan rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Malbatên Denîz Orak (Hîra) û Sîmanûr Kaya (Mesken) cenazeyên zarokên xwe wergirtibûn û veşartibûn. Malbatên 4 jinên din jî ji ber cenaze nedihatin naskirin, ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê dan.     Malbata Fatma Çîçek a ji navçeya Amed Bismilê û malbata Betûl Dîlen (Dîcle) a ji navçeya Qereyazî ya Erziromê hatibûn beriya niha mînakên xwînê dabûn. Malbata Turkan Aktan a ji Nisêbînê jî duh û malbata Şîlan Çîçek a ji Stenbolê hat Mêrdînê jî îro mînakên xwînê dan.    BÊYÎ MALBAT TEŞHÎS BIKIN VEŞARTIN    Malbata Turkan Aktan ji ber nehat naskirin nekarî cenazeyê keça xwe teşhîs bike. Malbata Şîlan Çîçek a ku îro hat Mêrdînê jî pê zanîn ku cenazeya keça wan duh êvarî li "Goristana Bêkesan" a navçeya Artûklûyê hatiye veşartin. Malbatê ji ber vê yekê nikarî beşdarî teşhîskirina cenaze bibe û piştî kirariyên li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê temam kirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê da û ji bajêr veqetiya.