Malbata Şenyaşar: Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav 2021-12-31 13:22:13   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne wiha got: “Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 298’emîn de berdewam dike.    ‘JI KESÊN LI BER XWE DIDIN RE SILAV   Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ya medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 298’emîn de berdewam dike. Têkoşîna me di rojeva Tirkiyeyê de ye. Ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re silav.”