Sutçuyê êrişî HDP’ê kir wê sewqî edliyeyê were kirin 2021-12-31 10:39:39   STENBOL - Tê payîn ku Muhammed Eren Sutçu yê êrişî avahiya HDP’a Bahçelîevlerê kir, wê di nava rojê de sewqî edliyeyê were kirin.    Tê payîn ku Muhammed Eren Sutçu yê di 28’ê Kanûnê de bi çek û kêrê êrişî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevler a Stenbolê kir, wê di nava rojê de sewqî Edliyeya Bakirkoyê were kirin.    Sutçuyê ku yek ji endamê partiyê du kes birîndar kirin, di heman rojê de hate binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Tê payîn ku Sutçuyê biryara “nepeniyê” danîn ser dosyaya wî û dema binçavkirina wî rojekê hate dirêjkirin, wê sewqî Edliyeya Bakirkoyê were kirin.