Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê em ê sala 2022'yan jî li ber edliyeyê derbas bikin 2021-12-31 09:06:39 RIHA - Malbata Şenyaşar ku bûye sembola edaletê, 298 roj in Nobeda Edaletê didomîne. Ferît Şenyaşar, diyar kir ku 3 sal û 3 meh in ji bo edaletê têdikoşin û got: "Ger edalet pêk neyê dê sala 2022'yan jî li ber avahiya edliyeyê derbas bikin."    Di 14'ê Hezîrana 2018'an de xizm û parêzvanên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz 3 ferdên malbata Şenyaşarê kuştibûn. Piştî komkujiyê dozgeriyê tenê têkildarî tiştên li kargeha mala Şenyaşarê qewimîbûn îdianame amade kiribû û bûyera li nexweşxaneyê ku komkujiya mezin li wir qewimîbû ji nedîtî ve hatibû. 3 sal û 6 meh di ser komkujiyê re derbas bûne, lê hê jî lêpirsîna têkildarî bûyera li nexweşxaneyê bi dawî nebûye û her wiha biryara "veşarî" ya li ser lêpirsînê jî didome. Di danişîna 2'yê Nîsanê de 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşarê ku bavê wî û 2 birayên wî hatin qetilkirin û ew jî bi birîndarî xelas bûbû hatibû birîn û li Enver Yildizê ku bi dîmenan jî hatibû îspatkirin ku di êrişa çekdarî de cih girtiye 18 sal ceza hatibû birîn.     Piştî ku lêpirsîna têkildarî bûyera li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi pêş neket, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûn. Malbat ku bi daxwaza kurê wan Fadil Şenyaşar bê berdan û dosyeya derbarê komkujiya nexweşxaneyê de vebe dest bi Nobeda Edaletê kiribû, di sala 2021'ê de çalakiya xwe bênavber domand. Di dema nobedê de Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyalar bi hinceta "heqareta li karmendên dewletê kirine" 11 caran îfade dan û her wiha bê hincet 6 caran jî hatin binçavkirin.   Ferît Şenyaşar, Nobeda Edaletê ya 298 roj in didome û bendewariyên xwe yên ji sala 2022'yan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxandin.    14'Ê HEZÎRANA 2018'AN   Şenyaşar, diyar kir ku piştî êrişa 14'ê Hezîrana 2018'an jiyana wan guheriye û got: "Sedema ku 300 roj in em li ber Edliyeya Rihayê ne û wê dîmena me ya malbata aram xera kir, êrişên Parlementerê AKPî Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî bûn. Li kargehê em 5 bira bi giranî birîndar bûn, lê kesî jiyana xwe ji dest neda. Bavê min ê ku emmeraq kirin hat nexweşxaneyê li ber çavê dêya min hat kuştin. Birayên min Adil û Celal jî li ser sedyeyê, li ber çavên xebatkarên tenduristiyê û polîsan bi çekan hatin kuştin."    ‘XWESTIN SER KOMKUJIYÊ BÊ NIXUMANDIN'   Şenyaşar, anî ziman ku ji ber ku di darizandina hatiye kirin de edalet pêk nehatiye lêgerîna xwe ya ji bo edaletê di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê domandine. Şenyaşar got: "Doz bi awayekî yekpare ye, lê kirin du perçe. Ev nayê qebûlkirin. Ji ber ku parlementer di nava vê komkujiyê de ye, dixwazin ser dozê bigirin. Xwestin me wekî 'terorîst' îlan bikin. Nêzî 300 roj in em di Nobeda Edaletê de ne. Lê têkoşîna me 3 sal û 6 meh in didome. Gava em li pêlikên edliyeyê rûniştin, me nizanibû dê ev qasî dirêj bajo. Ji lew re em mafdar bûn."    ‘EM 6 CARAN HATIN BINÇAVKIRIN'   Şenyaşar, bibîr xist ku NObeda Edaletê li baxçeyê avahiya edliyeyê dane destpêkirin û piştî raya giştî hay ji nobedê çêbûye astengî dest pê kirine. Şenyaşar, anî ziman ku piştî ku ji derî Rihayê kes û sazî hatin serdana Nobeda Edaletê dozger û midûriyeta polîsan zext û zordarî zêde kirine û got: "Ewilî mudaxile kirin. 6 caran em bê hincet binçav kirin. Em ji bexçê edliyeyê derxistin. Pankarta me hat dizîn. Me ev nobed bi têkoşîna li hemberî midûriyeta polîsan jî domand. Em tenê çalakiyeke rûniştinê li dar dixin. Lê em her roj bi tahde û zilmê re rû bi rû man. Em bi awayekî bibiryar sekinîn û me got, em ê ji vira neçin."    DAYIK ŞENYAŞARÊ DAN BER DADGEHÊ   Şenyaşar, destnîşan kir ku em edalet pêk nehatiye hem jî di ber re gelek lêpirsîn û doz li dêya wî Emîne Şenyaşarê hatine vekirin û got: "Bi hinceta 'heqaretê' dêya min dan ber doz û lêpirsînan. 11 caran bi heman tawanbariyê îfade da. Lê 3 sal û 6 meh in îfadeya kujeran negirtine. 9 dozgerên dosyeya dozê guherîn. Berê me 2 caran teşxîs kiribû, dozgerê din jî ji bo teşxîsê gazî me kir. Em vê qebûl nakin. Komkujî li nexweşxaneyê çêbû. Kiryar hatin teşxîskirin, lê niha dîsa ji bo teşxîskirinê gazî me dikin. Ev neyteke xirab e."    WALÎTIYÊ DESTÛRA KON NEDA   Şenyaşar, bilêv kir ku her roj ji bo NObeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê 42 kîlometre rê tên û got: "Rêya Pirsûs-Rihayê rêyeke ku her roj qeza lê çêdibin. Wekî 'rêya mirinê' tê binavkirin. Em bûn şahidê gelek qezayan. Em her roj di wê rêyê de diçin û tên. Gava me dest bi çalakiyê kir bihar bû. Havînê, di wê kelegermê de em li ser peyarêya asfaltê rûniştin. Lêvên dêya min terikîn. Niha jî li Rihayê li gor salên berê sermayeke pir dijwar heye. Em ji bo xwe ji vê sermayê biparêzin me konvegirtinê li walî kir. Lê ev daxwaza me ji ber ku em ne 'welatiyên wekhev in' nehat qebûlkirin."    ‘SERDAN ÇAVKANIYA ME YA JIYANÊ NE'   Şenyaşar, bal kişand ser girîngiya serdanên tên kirin û destnîşan kir ku bi saya van serdanênpiştevaniyê nobeda xwe didomînin. Şenyaşar, bilêv kir ku gava dest bi nobedê kirine nizanibûne dê serdanên pişteaniyê ev qasî zêde bin û got: "Hema bibêje her roj ji bajarine cuda mirov tên serdana me dikin. Nobed ame nêzî 300 roj in didome, lê hema bibêje rojekê jî em bi tenê nemane. Serokên giştî yên partiyên siyasî hatin vira. Ger me ev têkoşîn nedomanda belkî niha em ne sax bûna. Serdan ji bo me bûn xîreta jiyanê. Em bi saya van serdanên piştevaniyê li vira ne."    ‘BILA DOZGER PEYWIRA XWE BÎNE CÎ'   Şenyaşar, anî ziman ku dê li ber edliyeyê sala nû pêşwazî bikin û got: "Wê sala nû bi bêedaletiyê dest pê bike. Me sala 2021'ê li ber edliyeyê derbas kir. Ger edalet pêk neyê em ê sala 2022'yan jî li ber edliyeyê derbas bikin. Em li vira di vê sermê de rûdinên, lê serdozger li odeya xwe ya germ rûdinê, li wesayîta xwe siwar dibe û her roj di ber me re derbas dibe. Bila dozger peywira xwe bîne cî, ger neke jî bila îstifa bike. Li meclîsê Komîsyona Vekolandina Mafên Mirovan heye, çima peywira xwe naynin cî? Em ji bo her kesî doza edaletê dikin. Em dixwazin di 2022'yan de daxwaza me ya ji bo edaoletê pêk bê. 3 sal û 6 meh in em ji bo edaletê têdikoşin. Hê me şîna xwe daneniye. Bila edalet pêk bê. Mafê me yê şîndanînê heye. Bila kes vî mafê me binpê neke. Em dixwazin di 2022'yan de şînêa xw edeynin. Em naxwazin li ber avahiya edliyeyê rûnên. Ev nobet ji bo hiqûqa Tirkiyeyê lekeyek e, bila ev leke di 2022'yan de bê paqijkirin."    MA / Emrûllah Acar