Malbatên di Nobeta Edaletê de ne: Heta ku encam bigire em ê bidomînin 2021-12-30 17:04:17   AMED/WAN - Malbatên girtiyan ên li Amed û Wanê çalakiyên xwe yên Nobeta Edaletê didomînin, bang li rayedaran kirin û bi lêv kirin ku çalakiyên wan heta encam bigirin wê bidomin.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin û nayên berdan li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 45’emîn de berdewam dike. Ji bo piştgiriyê îro gelek welatiyan serdana malbatên girtiyan kir.    ‘ÇALAKIYA ME BANGEKE MIROVAHIYÊ YE!’   Hevjîna Siddik Guler ê di Girtîgeha Îskenderûnê de tê ragirtin û di çalakiyê de cih digire Hasîne Guler bi lêv kir ku 45 roj in bi israr daxwaza edaletê dikin. Guler, bi lêv kir ku çalakiya wan “bangeke mirovahiyê ye” û anî ziman kul i bendê ne ku Wezareta Dadê bersiva van bangên wan bike.    BANG LI RAYEDARAN KIR   Dayika girtiyê nexweş Mehmet Yildirim ê li Girtîgeha Bafrayê tê ragirtin Hazal Yildirim jî xwest ku pêkanînên îşkenceyê yên li girtîgehan bên bi dawî kirin. Yildirim, destnîşan kir ku çalakiya wan heta ku encam bigire wê berdewam bike û wiha bang li rayedarên dewletê kir: “Em ji bo zarokên xwe li vir in, ji bo girtiyên nexweş em li vir in. Bila demildest girtiyên ku cezayên wan qediyane û girtiyên nexweş werin berdan. Bila dawî li pêkanînên derveyî mirovahiyê yên li girtîgehan bînin.”   ‘LI GIRTÎGEHAN ÊRIŞÊN MEZIN HENE’   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Wanê dane destpêkirin jî di roja 22’yemîn de ye. Hevşaredarên HDP’ê yên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, serdana malbatan kirin û piştgirî da wan.  Hevşaredara Seraya Wanê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, Caziye Dûman di serdanê de axivî û wiha got: “Di rojên dawî de gelek cenaze ji girtîgehan derketin. Dibêjin întihar in lê em baş dizanin ku bi polîtîkayên wan hatine kuştin. Girtîgeh bûne cihên îşkence, zilm û binpêkirina rûmeta mirovahiyê. Çi bikin bila bikin bi van zextan nikarin serî bi kurdan bidin tewandin. Em êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin.”