Li Kaniya Xezalan cenazeyê zilamekî hat dîtin 2021-12-30 16:44:11   RIHA - Li navçeya Kaniya Xezalan li zeviyeke vala cenazeyê zilamekî ku bi betaniyê hatibû pêçandin, hat dîtin.    Li taxa Yenîşehîr a navendî ya navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê cenazeyê zilamekî hat dîtin. Hat îdiakirin ku şopên îşkenceyê li cenaze hene. Cenazeyê ku li zeviyeke vala bi betaniyê hatibû pêçandin, hat dîtin, ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.