TÎP’ê serdana malbata Şenyaşar kir 2021-12-30 16:36:57   RIHA - Rêxistina TÎP’ê ya Rihayê, serdana malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne kir.    Serdanên piştgiriya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 297’emîn de didome, berdewam dikin. Rêxistina Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) a Rihayê li pêş edliyeyê serdana malbatê kir. Malbatê şandeya TÎP’ê bi dowizên “Em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî kir.    Ferît Şenyaşar, têkildarî komkujiyê û têkoşîna xwe ya edaletê şande agahdar kir. Dayika Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî polîsên ku dîmen dikişandin da û wiha got: “Herin li pey diz û kujeran bigerin. Kujer destê xwe dihejînin û digerin.” Dayik Şenyaşar piştî bertekê ket erdî û lorand.    Serokê TÎP’ê yê Rihayê Halîl Şansal jî diyar kir ku AKP û hevkarên wan wê li dijî têkoşîna dayik û mirovên ji edaletê re tî û birçî têk biçe û wiha got: “Em weke TÎP em li rex malbata Şenyaşar û kesên neheqî li wan hatine kirinin. Êşa malbata Şenyaşar êşa me, têkoşîna wan têkoşîna me ye.”   Şandeyê demekê bi malbatê re Nobeta Edaletê girt û ji qadê veqetiya.