MEBYA - DER'ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir 2021-12-30 15:11:31   WAN - MEBYA-DER'ê Yekemîn Kongreya xwe ya Awerte pêk anî. Di kongreyê de Hanim Kaya û Burhan Demîr ji bo hevserokatiya MEBYA-DER'ê hatin hilbijartin.    Li Wanê, Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), li eywaneke dewetê Yekemîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Li eywana ku kongre lê pêk hat pankarta "Welatek azad bi nîrxên civakî ava bibe" hat daliqandin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayyîp Temel, parlamenterên HDP'ê yên bajar Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç, aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên ÎHD, TÛHAY-DER, DÎK, KESK, OHD, DÎSK-Genel-Îş, Komeleya Jinan a Starê, hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin û bi sedan welatî tevlî kongreyê bûn.    'WERIN EM LI DOR SAZIYÊN XWE BICIVIN'   Kongreyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştre Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayyîp Temel axivî û ev tişt got: “Şoreşa zîhniyeta gelê kurd bi saya we pêk hat. Eger çar parçeyên Kurdistanê paşve neçûbe, ev bi saya zarokên gelê kurd ên berxwedêr e. Ez li ber destên we cangoriyên azadiyê silav dikim. Yên ku xeta HDP'ê birêkûpêk dikin hûn in. Yê herî baş rast û xelet nas dike hûn in. Werin em saziyên xwe biparêzin. Werin em li dora saziyên xwe bicivin."   'ÊRIŞ BI SER NEKETIN'    Piştî Temel Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ku hêzên hegemonîk li Rojhilata Navîn hewl didin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd asteng bikin û wiha axivî: “Hikûmeta AKP û MHP’ê hewl dide bi polîtîkayên dijminane yên li dijî gelê kurd hebûna xwe bidomîne. Hewl didin têkoşîna gelê kurd bitepisînin. Siyaseta ser çokşikandinê li ser esasê vê rastiyê ye. Bi saya têkoşîna dayikên me ev êrîş vala derketin."   Di berdewamê de Bayindir, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ev tişt gotin: "Tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd niha li hemû girtîgehan tê domandin. Ev gel rastiya têkoşînê ji rastiya Zindana Amedê girt. Em ê teqez bi ser kevin. Em ê bi vê bîrdoziyê têbikoşin. Wê Kurdistan bi têkoşînê dayik, ciwan û gelê me azad bibe."   Piştî axaftinan rapora maliyeyê ji aliyê Hevseroka MEBYA-DER'ê Gulistan Onver û rêvebera wê Ceyda Dîndar ve hat xwendin û ji bo rêveberî û hevserokatiya komeleyê dengdan hat kirin. Di encama dengdanê de Hanim Kaya û Burhan Demîr ji bo Hevserokatiya MEBYA-DER'ê hatin hilbijartin.   Kongre bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" û bi gerandina govendê bi dawî bû.