DÎB’ê ji bo Aysel Tûglûk ji Wezareta Dadê re faks şand 2021-12-30 14:38:10   STENBOL - Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê, ji bo girtiya nexweşa giran Aysel Tûglûk were berdan, ji Wezareta Dadê re faks şand.    Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB), bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a li Girtîgeha Kandirayê tê ragirtin û li pêş Şaxa PTT’ê ya li Sîrkecî ya Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de endama DÎB’ê Ayşe Devecîoglû bal kişand ser rapora 9 bijîjkên pispor ên li Serokatiya Beşa Zanîsta Tiba Edlî ya Fakulteya Tipê ya Kocaeliyê ji bo Tûglûk amade kirine û bi bîr xist ku di raporê de hatiye diyarkirin ku Tûglûk nikare di şertên girtîgehê de bimîne û tespîta taloqkirina cezayê wê hatiye kirin. Devecîoglû, dazanîn ku Saziya Tiba Edlî (ATK) berovajiyê vê biryarê biryar da ku Tûglûk dikare di girtîgehê de bimîne û wiha got: “Serokatiya ATK'ê cezayên girtiyên siyasî bi temamî ji derveyî exlaqê tibbî taloq nake. Raporên ji nexweşxaneyên tam hatine wergirtin ji aliyê ATK’ê ve nayên qebûlkirin. Tevî hemû peymanên navneteweyî ferzkirina erkên li ser tenduristî û mafê girtiyan ji dewletê re, nexweşî vediguhere navgîneke cezakirinê ji aliyê hikûmetê ve.”   ‘TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’   Devecîoglû, destnîşan kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene.    BANGA BERDANÊ    Devecîoglû, bi lêv kir ku krîtera ‘xeteriya li ser ewlehiya civakê’ ku bû sedem înfaza girtiyên nexweş bê taloqkirin, li dijî mafên mirovan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş ên di şert û mercên girtîgehê de nikarin bên dermankirin, divê demildest bên berdan. Weke Yekîtiya ji bo Demokrasiyê li dijî binpêkirina mafên jiyanê û tenduristiyê yên Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Piştî daxuyaniyê girse çû Şaxa PTT’ê ya Emînonuyê û bi daxwaza Tûglûk bê berdan ji Wezareta Dadê re faks şandin.