Egîtîm Senê serdana malbata Şenyaşar kir 2021-12-30 13:13:27   RIHA - Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê, serdana malbata  Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomîne kirin.    Parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14'ê hezîrana 2018'an de bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtibûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenayaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, li dijî vê zilma li wan hat kirin di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 297'an de berdewam dike. Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê, serdana nobeta malbata  Şenyaşar kirin.    'DIVÊ BERPIRSYAR BERSIV BIDIN'   Hevserokê Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Senê ya Amedê Zulkuf Guneş, di serdanê de axivî û diyar kir ku dizanin derbarê bûyerê de tu lêpirsîn nehetiye destpêkirin û doz nehatiye vekirin û wiha axivî: "Ev bêhiqûqî veguheriyê rûtînê. Venekirina dozê di wijdanê civakê de tê lêpirsînkirin. Bi dozgerekî xwedî wijdan wê hesap ji berpirsyaran bê pirsîn. Divê ev pêvajo demildest dest pê bike û av li kezeba dayika me Emîne bê werkirin. Ev bêhiqûqî ne tenê li dayika me Emîne û malbata Şenyaşar tê kirin, li gelê Pirsûsê û li me tevan tê kirin. Divê demildest hesab ji berpirsyaran bê pirsîn."   'EM LI CEM MALBATÊ NE'   Guneş, bi lêv kir ku li cem malbata Şenyaşar in û ev tişt gotin: "Heta ku berpirsyar hesab bidin wê piştgiriya me bidome. Em ê bûyerê bişopînin. Bi awayekî demildest hesab ji faîlên ku 3 kesan kuştin û bûyer ji aliyê qamerayên nexweşxaneyê ve hatiye qeydkirin bê pirsîn wê wijdanê civakê rehet bibe. Em li cem malbatê ne."   Piştî Guneş Ferît Şenyaşar jî axaftinek kir û ji ber serdana wan spasiya kedkarên perwerdeyê kir.    Heyetê piştî ku demekê nobet girt ji ber Edliyeya Rihayê veqetiya.