Malbata Şenyaşar: Kesên bêdeng dimînin hevkarê komkujiyê ne 2021-12-30 12:20:49   RIHA - Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, bang li parlementerê AKP’ê kir û wiha got: “Kesên bêdeng dimînin hevkarê vê komkujiyê ne.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 297’emîn de berdewam dike. Malbata Şenyaşar careke din ji navçeya Pirsûsê hat pêşiya avahiya edliyeyê û nobeta xwe domandin. Ferît Şenyaşar ê li qada ku weke “Qunce edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re nobetê digire, diyar kir ku nobeta wan di bin zilmê de berdewam dike. Şenyaşar, bi lêv kir ku Nobeta Edaletê nêzî roja 300’emîn bûye û wiha got: “Li nexweşxaneya dewletê parlementer û xizmên wî înfaz kirin û ev înfaz li pêş bi sedan xebatkarên cemaweriyê pêk hat. Bûyerê yên di nava AKP’ê de herkes dizane. Di Meclîsê de 302 parlementerên AKP’ê hene, heta niha parlementerê AKP’ê Ahmet Eşref Fakibaba axivî û got ku em mafdar in. Em li bendê ne ku parlementerên din jî heman hestiyariyê nîşan bidin. Bila herkes refa xwe diyar bike. Kesên bêdeng dimînin hevkarê vê komkujiyê ne.”   ‘WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Şenyaşar bi bîr xist ku ji ber Fadil Şenyaşar were berdan û dosyaya doza nexweşxaneyê were vekirin di çalakiyê de ne û wiha berdewam kir: “Em dixwazin 23 kesên li nexweşxaneyê komkujiyên organîzekirî pêk anîn ku beriya niha ji aliyê dozger ve hatibûn tespîtkirin, bi awayekî herî giran werin cezakirin. Heta ku edalet pêk were wê têkoşîna me bidome.”   ‘HEMÛ KESÊN DI NAV AKP’Ê DE BÊDENG IN’   Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal jî ev peyam parve kir: “Ev doz ne tenê doza me ye. Birîna edaletê ya nekewandî ya welatekê ye. #KujerÇimaEvqasRehete ji ber ku kesê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi awayekî organîzekirî komkujî pêk anî di nav AKP’ê de parlementer e. Ji xeynî @aefakibaba hemû kesên di nav AKP’ê de bêdeng in.”