‘Bila êdî darbest ji girtîgehan dernekevin' 2021-12-30 09:13:02 WAN - Besê Boçnak, hevjîna girtiyê nexweş Alî Boçnakê ku di Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê de jiyana xwe ji dest da, xwest girtiyên nexweş bên berdan û got: "Bila wekî Alî, cenazeyên wan jî ji girtîgehê dernekevin."  Alî Boçnakê 76 salî ku di 2017'an de li Qersê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin û 7 sal û 8 meh ceza lê hatibû birîn, di 24'ê Îlona 2020'i de li Girtîgeha Panos a Tîpa L'yê jiyana xwe ji dest dabû. Serlêdanên ji bo "taloqkirina înfazê" û şandina "girtîgeheke vekirî" bi hinceta ku Boçnak "naçe qawîşa ên bêalî" hatibûn redkirin. Paşê parêzerê Boçnak vê biryara Dadgeriya Girtîgeha Panosê biribû Dadgeha Cezayê Giran a Panosê. Dadgehê jî derpş kiribû ku biryara dadgeriyê li gor usûlê ye û serlêdan red kiribûn. Her wiha serlêdana ji bo Boçnak a di 30'yê Gulanê de jî hatibû redkirin. Tevî hemû hewldanan jî Boçnak nehatibû berdan û Boçnak di 24'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabû.    Hevjîna wî Besê Boçnak a 70 salî têkildarî rewşa girtiyên nexweş û mirinaa wan de axivî. Boçnak, destnîşan kir ku her roj darbestek ji girtîgehê derdikeve û xwest rojek berî rojekê girtiyên enxweş bên berdan.    Boçnak, anî ziman ku civakê hevjînê wê nas dikir û jê hez dikir û got: "Alî, mirovekî pir hêja bû. Jixwe ji ber ku extiyar bû pir dernediket derve, tenê carinan diçû partiyê. Lê dîsa jî ji bo hisûmeta di navbera kesan de hel bibe çi ji desta dihat dikir. Her wiha ji ber ku mezinê malbatê bû, pêeşngtiya malbatê jî dikir. Tim digot, 'Em ji tevgera xwe hez dikin û em ê her roj ji bo wê bedêl didin. Lewma em ê her tim serbilind bin.' Heya roja hat girtin jî xizmeta gel dikir."    BI WÊ EXTIYARIYÊ EW GIRTIN   Boçnak, bibîr xist ku hevjînê wê extiyar bû lê dîsa jî ew binçav kirine û girtine û got: "Êvarî bû, em rûniştibûn û me sohbet dikir. Polîs di ber mala me re derbas bûn, lê me guh lê nekir. Piştî çend saetan polîs û eskeran dora mala me dorpêç kirin. Me nehişt polîs bi pêlavan têkevin hundur. Midûrê wan hat cem me û got, derbarê ALî Boçnak de biryara girtinê heye. Wê kêliyê me ji ALî re got, 'bireve, xwe veşêre.' Lê got, dê nereve. Gelê Qersê ku çav bi polîsên li ber mala me ket, bi telaş hatin ber mala me. Gava polîsan dît gel tê hinekî qilqilîn û tahde li me nekirin. Min ji du polîsên tevgera taybet re got, 'Ma hûn şerm nakin ku hûn vî zilamê extiyar dibin?' Lê guh li min nekirin. Welhasil hevjînê min birin. Nêzî 3 mehan li Qersê ma û bi dû re ew sirgûnî Girtîgeha Panosê kirin. Ji min re gotibû, 'Em di hundur de hûn jî li derve extiyar dibin.' Yanî kêfa wî pir baş bû."    ‘EM DIBÊJIN JEHRÎ BÛ'   Boçnak, dubare kir ku gava hevjînê wê hatiye girtin demekê li Qersê û bi dû re sewqî Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê hatiye kirin û got: "Piştî wî birin Panosê nerihet bû. Di telefonê de timd igot, nerihet e. Rêvebiriya gritîgehê ji me re got dê Alî emeliyat bibe, lê negot dê li ku û kengî bibe. Ji bo vê em çûn girtîgehê, em çûn cem dozger. Lê nehiştin em wî bibînin. Gava em vegeriyan Qersê telefonî me kirin, gotin Alî miriye. Alî, berî bê girtin baş bû û tu nexweşînek wî tune bû. Çi pê hatibe li girtîgehê pê hatiye. Berî ku bimire bi hefteyekê ji me re gotibû xwarinên girtîgehê qet nexweş in, ava wê nebaş e. Em dibêjin, jehrî bûye û jiyana xwe ji dest daye."    BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN   Boçnak, destnîşan kir ku her roj darbest ji girtîgehan derdikevin û got: "Niha bi hezaran mirov di girtîgehan de ne û gelek jê jî nexweş in. Em dixwazin ev mirov bên berdan. Bila wekî Alî, cenazeyên wan jî ji girtîgehê dernekevin. Bila ev zilm biqede. Ez her roj ji bo girtiyên nexweş dua dikim."