Ormanli: Divê li girtîgehan desteyên serbixwe bên avakirin 2021-12-30 09:13:01 AMED - Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Jiyan Ormanli, diyar kir ku divê ji dêvla ATK û Desteyên Çavdêriyê yên li ber berdana girtiyan asteng in, desteyên serbixwe bên avakirin.  Berdana girtiyên nexweş bi raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" yên Saziya Tiba Edlî (ATK) tê astengkirin. Ji ber vê yekê di meha dawî de 5 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Endama Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Jiyan Ormanli, diyar kir ku girtiyên nexweş bi biryarên ATK'ê mehkûmî mirinê tên kirin.    SERLÊDAN Û BINPÊKIRINÊN MAFAN   Ormanli, ragihand ku li gor daneyên komeleya wan 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene, lê ev hejmar zêdetir e. Ormanli, diyar kir ku Wezareta Dadê têkildarî mijarê tu agahiyan parve nake û got: "Bi piranî girtiyên nexweş di dema sewqkirina nexweşxaneyan de zehmetiyê dikişînin. Ev yek di serlêdanên tên kirin de jî xwe didin der. Kelemçekirin, lêgerîna di hundirê dev de û tedawiya di bin kontrola karmendên parastinê de... Ji ber van sedeman pirî caran tedawiyê red dikin."    Ormanli, destnîşan kir ku her diçe serlêdanên ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her diçe zêdetir dibin û got: "Girtî pir tînin ziman ku îşkence li wan tê kirin û bi muamleyên xirab re rû bi rû dimînin. Li odeyan jî lêgerîneke dijhiqûqî tê kirin. Tê gotin astengiyên ji ber pandemiyê hatibûn danîn hîn jî didomin. Di dema lêgerînê de pîvanên hijyeniyê esas nayên girtin. Bi taybetî rojname û kovarên kurdî nayên dayîn. Wan dixin qawîşên nêzî qawîşên kesên ji ber sedemine din hatine girtin. Girtî bilêv dikin ku ewlehiya wan dixe xetereyê de ye."    PIRSGIRÊKÊN GIRTIYÊN JIN   Ormanli, destnîşan kir ku pirsgirêkên girtiyên jin zêdetir bûne û got: "Girtiyên jin di warê pedê yên ku divê îdare wan temîn bike zehmetiyê dikişînin. Em dixwazin îdare pedan bêheq bide. LÊ girtiyên jin radigihînin ku li girtîgehan fiyetên pedan li gor dereve du qat biahtir tên firotin û ji ber vê nikarin bistînin. Her wiha girtiyên zarokên wan hene jî bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Mesela gava diçin nexweşxaneyan, li wir di dema xwarinê de zarok tên paşguhkirin. Yanî ji bo zarokan xwarin tune ye."    RAPORÊN ATK'Ê   Ormanli, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û destnîşan kir ku raporên ATK'ê bi tena serê xwe qîm nakin. Ormanli got: "Divê di warê girtiyên nexweş de desteyên serbixwe bên çêkirin. ATK pirî caran ji bo girtiyên ku rewşa wan pir xedar in rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide wan. Ev jî dibe sedem ku rewşa girtiyan xirabtir bibe yan jî jiyana xwe ji dest bidin. Yek ji van girtiyan jî Ayesel Tûglûk e. Lê ji bo wê jî ev rapor hat çêkirin. Bi ser de jî bi tena serê xwe di hucreyekê de dimîne. Ev dijî hqiqûqê ye."    DESTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ   Ormanli, bilêv kir ku di demên dawî de jî berdana hin girtiyan bi raporên Desteya Çavdêriyê ya Girtîgehê tê astengkirin û got: "Biryarên vê navendê biryarine pir razber in û xwe nasipêrin hiqûqê. DIvê ji dêvla ATK'ê û desteyên êavdêriyê saziyên serbixwe bên avakirin û demildest girtiyên nexweş bên berdan. Em ê çalakiyên xwe yên ji bo girtiyên nexweş zêdetir bikin."    MA / Eylem Akdag