Leşkerên li Sûriyê li kujer Gencer geriyan e! 2021-12-29 15:52:06   ÎZMÎR - Derket holê piştî ku kujer Onur Gencer êriş pêk aniye, leşkeren bi navê Burhan Tîmur, Abdullatîf Koçak û Kadîr Çatak yên li Sûriyê wezîfedar bûne li Gencer geriyan e.    Îro li Dadgeha Bayrakliya Îzmîrê danişîna ewil a doza kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer tê lidarxistin. Derket holê ku leşkerên bi navê Burhan Tîmur û Abdullatîf Koçak û Kadîr Çatak ên li bajarê Baybûrtê niha wezîfedar in û wextê êriş pêk hatiye li Sûriyê wezîfedar bûne bi telefonê li kujer Onur Gencer geriyan e. Ev leşker niha li Fermandariya Tugaya Komando ya 17’emîn wezîfedar in.    Hat zanîn ku ji ber ev leşkerên ku nasnameya wan hatiye tespîtkirin li Sûriyê wezîfedar bûne îfadeyên wan ên derbarê bûyerê de nehatiye girtin.    QEYDA HTS’Ê LI DOSYEYÊ NEHATIYE ZÊDEKIRIN    Hat tespîtkirin ku ji leşkeran Burhan Tîmur di telefona Gencer de wek “Komando Burhan” qeyd kirîbûye û pê re axivî ye. Lê belê qeyda HTS’ê ya derbarê Tîmur de li dosyeyê nehatiye zêdekirin. Tîmur daxilî çarçoveya dosyeya lêpirsînê nehatiye kirin.    Di qeydên HTS’ê yên bersûc de navê “ESAM EL MUHAMMED, FATMA HACIMUHAMMAD an jî ABDO ACÎ" ku kesên biyanî ne hatine tespîtkirin. Lê belê her çiqas di hejmara telefonên bikar anîne û diyar bûbe li Tirkiyê dijîn jî derbarê wan de tu tiştek nehatiye kirin.