Nobeta Edaletê di roja 44’emîn de ye 2021-12-29 15:41:53   AMED - Malbatên girtiyan ên çalakiya Nobeta xwe ya Edaletê 44 roj in didomînin, destnîşan kirin ku heta encam bigirin wê çalakiya xwe bidomînin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan, li avahiya Baroya Amedê dane destpêkirin di roja 44’an de didome. Yek ji xizmê girtiyan Hakki Boltan, destnîşan kir ku heta encamekê bigirin wê nobeta xwe bidomînin û wiha got: “Armanca me ya ewil, berdana girtiyên nexweş ên giran e. Ya duyemîn jî berdana girtiyên ku 30 sal in tevî cezayên wan qediyaye jî nayên berdan e.”   Xizma girtî Fevziye Kolakan jî bang kir ku girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Ne 44 roj 44 sal jî derbas bibin em ê vê têkoşîna xwe bidomînin.”