Cenazeyê penaberê avêtibûn Çemê Merîçê li Goristana Kilyosê derket holê 2021-12-29 12:43:35 EDÎRNE - Derket holê ku cenazeyê Muhammed Îsmaîl ê ku yek ji penaberên Sûriyê ku avêtibûn Çemê Merîçê li Goristana Kilyosê hatiye veşartin.  Komek penaber di 23’yê tebaxê de xwestibûn ji Edîrneyê derbasî Yewnanîstanê bibin. Leşkeran ew zeft kiribûn û bi fermana serfermandar 45 penaberan avêtibûn Çemê Merîçê. Serdozgeriyên Komarê yên Edîrne û Uzunkopruyê derbarê van 45 penaberan de lêpirsîn dabûn destpêkirin lê belê lêpirsîn bi dozvenekirinê bi encam bûbû.    CENAZE LI GORISTANA BÊKESAN HATIYE VEŞARTIN    Piştî vê biryara dozvenekirinê ji cenazeyên van penaberan cenazeyê Muhammed Îsamîl derket holê. Hat zanîn ku piştî bûyerê bi sê rojan cenazeyê Îsmaîl ji Uzunkopruyê birine Saziya Tiba Edlî (ATK) a Bakirkoyê.    Bavê Muhammed Îsmaîl ê winda Alî Îsmaîl di 28’ê kanûnê de çûye ATK’ê û ji wêne lawê xwe teşhîs kiriye. Di encama vê teşhîsê de derket holê ku Îsmaîl di 23’yê îlonê de li Goristana Bêkesan a Kilyosê hatiye veşartin.    AJANSA ME BÛYERÊ RAGIHANDIBÛ    Ev bûyer bi serlêdana penaber Sad El Dellî ya ji bo Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê derdikeve holê. Ewilî ajansa me Mezopotamyayê vê bûyerê ji raya giştî re ragihand û di rojevê de cih girtibû.    MA / Mehmet Aslan