Li girtiyê li dijî lêgerîna tazî derket dan û xwarin nedanê 2021-12-29 11:19:17   MÊRDÎN - Girtî Hogir Batû yê ji Amedê sewqî Îdirê hat kirin, diyar kir ku ji ber li dijî lêgerîna tazî derket li wî dane, bi erdê re hatiye kaşkirin û bi rojane xwarinê nadinê.   Hogir Batû yê ji Doza Nisêbînê girtiye, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hat kirin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên bi serê wî hatî vegotin. Batû, yê di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hat ferzkirin, diyar kir ku ji ber li dijî lêgerîna tazî derket li wî dan û bi erdê re hatiye kaşkirin. Batû yê piştî lêdanê xistine hucreyê, anî ziman ku bi rojane xwarin nedane wî.  Dayik Zahîde Batû ya ji rewşa kurê xwe bifikare, ji parazvanên mafên mirovan alîkarî xwest.