Girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de: Bila daxwazên me werin pêşwazîkirin 2021-12-29 10:37:26   ÎZMÎR - Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklar a Bûcayê di çalakiya greva birçîbûnê de ne, bi lêv kirin ku heta daxwazên neyên pêşwazîkirin dest ji çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirina mafan dane destpêkirin bernadin.    Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê, 8 girtiyan li dijî zext û mûameleya nebaş di 28’ê Kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Çalakiya ku 3 girtiyên din jî tevlî bûn, di roja 32’yemîn de berdewam dike. Girtiyên di çalakiya grevê de bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn, derbarê rewşa xwe de malbat agahdar kirin. Malbatan agahiyên ji zarokên xwe girtin, parve kirin û xwestin daxwazên zarokên wan bi cih werin.    ‘BILA DAXWAZÊN WAN BI CIH WERIN’   Xwişka girtî Sertaç Kiliçarslan, Neslîhan Kiliçarslan ku di 26’ê Kanûnê de bi telefonê bi birayê xwe re axivî, diyar kir ku birayê wê di hucreya yek kesî de tê girtin, carna girtiyên edlî tînin cem wî û wiha got: “Dengê wî gelek nexweş dihat. Ji min re got ku binpêkirina mafan hê jî bi awayekî sîstematîk didome. Gelek caran ji bo binpêkirina mafan daxwazname dane rêveberiya girtîgehê û Wezareta Dadê, lê bersiva wan nehatiye dayîn. Heta ku daxwazên wan bi cih neyên anîn wê dest ji çalakiyê bernedin.”     ‘BÊ HIQÛQIYÊ BI DAWÎ BIKIN’   Kiliçarslan, bi lêv kir ku bi destê daraza bûye siyasî li girtîgehan binpêkirin diqewimin û wiha axivî: “Girtiyan ji ber binpêkirina mafan bedena xwe dan ber greva birçîbûnê. Her roj ji girtîgehan darbest derdikevin. Em naxwazin girtî bimirin. Li girtîgehan bi daraza polîtik gelek binpêkirinên mafan pêk tên. Em vê rewşê şermezar dikin. Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn. Nobetên Edaletê yên li Wan û Amedê ji aliyê malbatan ve hatine destpêkirin, divê li hemû bajaran belav bibin. Tekane parastina girtiyan ew bû ku bedena xwe bidin ber greva birçîbûnê. Em weke malbatên girtiyan dixwazin dawî li vê bêhiqûqiyê bê.”   ‘BANGA HESTIYARIYÊ’   Girtî Ozan Alpkaya jî di 27’ê Kanûnê de bi birayê xwe Kendan Alpkaya re axivî û ev gotin ragihandin: “Ez di hucreya yek kesî de dimînim. Niha rewşa min a tenduristiyê baş e. Çalakiya ku me daye destpêkirin pêwîste di raya giştî de hestiyariyekê bide avakirin. Em dixwazin hiqûqnas binpêkirinên mafan ên di girtîgehê de bînin rojeva parlamentoyê. Divê her kes xwedî li çalakiya me daye destpêkirin derkevin. Heta ku daxwazên me pêk neyên em ê çalakiya xwe bi dawî nekin.”     ‘BILA DAXWAZÊN WAN BÊN BICIHANÎN’   Bira Alpkaya, bi lêv kir ku pêkanînên rêveberiya girtîgehê li girtiyan ferz dikin qebûl nakin û wiha axivî: “Em wek malbatên girtiyan dixwazin demildest dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên û daxwazên girtiyan bi cih werin. Dewlet difikire ku girtî bêxwedî ne lê girtî ne bêxwedî ne. Heke tiştek bi serê birayê min û hevalên wî yên girtî were, berpirsyar desthilat û rêveberiya girtîgehê ne.”     MA / Hakan Yalçin