Bîlge yê ku piştî 30 salan hat berdan: Tu bi berxwedanê li ser pêya disekinî 2021-12-29 10:14:40   MÊRDÎN - Huseyîn Bîlge dema xwendekar e tê girtin, piştî 30 salan gihîşt azadiya xwe. Bîlge wiha dibêje, “Dibe ku tu bi awayek bedenî zoriyan bikişînî lê belê tu bi ruh û fikrên xwe li ber xwe bidî, tu yê li ser piya bimînî. Bi berxwedanê dikarî li ser pêya bimînî.”    Huseyîn Bîlge 30 salan di girtîgehê da ma. Ji Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa T’yê di 23’ê kanûnê de hat berdan. Wextê ku Bîlge tê girtin xwendekar e û ew 23 salî ye. Li Fakûlteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê dixwîne û di sala 1991’an de bi îdiaya “li ser navê PKK’ê xebat kiriye” ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve tê girtin û pişt re tê darizandin. Di darizandinê de cezayê muebetê lê tê birîn.    Di van 30 salên girtî de li 8 girtîgehên cuda girtî maye û piştî hat berdan hat navçeya Qoserê ya Mêrdînê gel malbata xwe.     MALA KU LÊ MEZIN BÛYE DI QEDEXEYÊ DE HATIYE HILWEŞANDIN    Wextê ku Bîlge tê girtin mala wan li taxa Kanîka ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye. Mala wan di qedexeya derketina derve ya sala 2016’an de tê hilweşandin. Li şûna mala wan avahiyên TOKÎ’yê tên çêkirin. Malbat wan avahiyan red dike û diçe li navçeya Qoserê bicih dibe. Bîlge li mal3e mêvanên xwe pêşwazî dike. Herî zêde pirsa ji Bîlge tê kirin, pirsa, ‘Di van 30 salan de li gorî te li derve çi guheriye û çi neguheriye’ tê kirin. Bîlge dibêje herî zêde bala wî wê yekê dikişîne ku însan zêde xwe nêzî telefonê kirine û bûne meraqdarê teknolojiyê. Bîlge bi bîr dixe herî zêde Aram Akyuz ê ku di sala 2014’an de jiyana xwe ji dest daye, qewimandinên di serdema qedexeya Nisêbînê de û êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê herî zêde wî êşandin e.    Aram Akyuz di adara sala 2014’an de li Girtîgeha Kirikkaleyê krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dabû û ew bi nivîsandina strana “Gula min” a ji aliyê Koma Çiya ve hatiye strîn tê nasîn. Akyuz û Bîlge hevalên hev bûne. Akyuz jî ji navçeya Nisêbînê bû.    Bîlge derbarê girtina xwe ya 30 salan ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û bi kurtasî van 30 salan wiha pênase dike, “Em evîndarên axa xwe bûn. Em sempatîzanê axa xwe bûn. Me xwe nû nas dikir. Lê belê nehiştin em xwe nas bikin. Me avêtin zindanê.”    MIROV DIŞIBIN AXA XWE    Bîlge destnîşan kir ku ev erdnîgarî bi dar û ber, kevir û berê xwe, av û hewaya xwe bandor li ser mirovan dike û got: “Însan dişibe welat û axa xwe. Welatê mirov, şerê mirov, evîna mirov bandorê li ser însan dike. Însan wek darekê ye. Dar çawa şîn bibe û çawa mezin bibe mirov jî wisa mezin dibe. Ji wê darê ba jî û fitûne jî radibe û av jî wê jê biherike. Em jî wisa ne. Li ser vê erdnîgariya me tu demê ne ba û ne jî firtûne kêm nebû. Vî bayî û vê firtûnê bandora xwe li ser me kir. Em jî bi vê bandorê mezin bûn lê em evîndarê axa xwe bûn. Em sempatîzanê axa xwe bûn. Me xwe nû nû nas dikir. Lê nehiştin em xwe nas bikin. Me avêtin zindanê. Dibêjin, ‘salên bi agir ên welat salên 90’î bûn’. Serdemek şewitandinê, îşkence, valakirina gundan, kiryarên nediyar û her tişt diqewimî bû.”    11 SAL DI TÎPÊN F DE MAYE    Bîlge destnîşan kir ku ew di 7’ê çileya sala 1991’an de hatiye girtin û wiha got: “Ez ji wê rojê ve di zindanê de bûm. Ez li 8 zindanan mam. Li ber hinek hevalan dîsa ez pir kêm gerandin. Girtina min ji Girtîgeha Sagmacilar a Stenbolê dest pêkir. Pişt re li girtîgehên wek Bayrampaşa, Yozgat, Sîncan, Kirikkale, Siwêreg, Hîlwan, Xarpêt û Tekîrdagê mam. Piştî cezayê min hat erêkirin, min şandin girtîgeha Yozgatê. Wê demê Yozgat cihê sirgûnê bû. Ez 10 sal li girtîgeha Yozgatê mam. Pişt re min şandin Girtîgeha Sîncana Enqereyê. Wê çaxê girtîgehên Tîpa F nû dest pê kiribûn. Girtiyên PKK’ê bi hev re şandin. Pişt re jî min sirgûnî Kirikkaleyê kirin. Ew jî Tîpa F bû. 11 salên min li girtîgehên Tîpa F derbas bûn.”      PIŞTÎ 24 SALAN DAXWAZA WÎ TÊ PEJIRANDIN    Bîlge anî ziman ku her tim xwestiye wî sewqî girtîgeheke nêzî xaka xwe û malbata xwe bikin û wiha dewam kir: “Ya herî zehmet ji bo girtiyan dûrbûna malbata wan e. Wan ji me bêtir zehmetiyan dikişand. Bi rastî jî yên ku herî zêde zirarê dibînin malbatên me ne. Min pir dixwest ku ez di girtîgehek nêzî malbat, ax û hezkiriyên xwe bim. Lê belê wan min neşand. Min ji bo vê yekê gelek daxwazname nivîsandin, lê piştî 24 salan hat qebûlkirin û ez matmayî mam. Min şandin Girtîgeha Siwêregê. Bi vî awayî ez hatim welatê xwe. Lê li vir jî zêde xwe negirtin. Ji wir jî gotin dê li Hîlwanê girtîgeheke nû bê vekirin û sirgûnê wê kirin. Ez 2 mehan nemam vê carê sirgûnî Xarpêtê kirin. Li Xarpêtê jî wekî her girtîgehê zext hatin kirin. Em li dijî derketin. Yek ji wan yek ji me û lê dîsa xwe ranegirtin û min şandin Tekîrdagê. Ez 4 sal û nîv li Tekîrdagê mam û hatim tahliyekirin.”   GIRTÎGEH QADÊN TÊKOŞÎNÊ NE    Bîlge da zanîn ku girtîgeh çawa di dîrokê de wek cihên berxwedan û têkoşînê tên zanîn ji bo gelê kurd û dîroka têkoşîna gelê kurd jî wek cihê berxwedan û têkoşînê tê zanîn û got: “Dema meriv behsa girtîgehan bike, serdema 12’ê Îlonê qewimandinên li Zindana Amedê tên bîra mirov. Mirov şerm dike behs bike. Demên dijwar bûn. Dema Mezlûman bû. Yanî tiştên hatine serê me li qewimandinên Zindana Amedê ne tu tiştek e. Ez şerm dikim miqayeseyî hev jî bikim. Bêguman zilmê dikin, neheqiyê dikin. Hevalên me ku şehîd ketin jî hene. A rast dema girtiyan bêtir di greva birçîbûnê de derbas dibe. Lê ev der jî qadek têkoşînê ye. Çimkî însan nikare xwe dûrî civakê bigire. Dibe em di nava çar dîwaran de bin, lê em parçeyek civakê ne. Girtî wisa tevger dikin. Her çiqas me biavêjin bîrek bêbinî jî hiş û dilê me bi civakê re ye. Êş û kêfxweşiya me bi hev re bû. Dema meriv bi gelê xwe re be însan dikare xwe li ser pêya bigire.”    TIŞTÊN QEWIMÎNE Û DÎROK    Bîlge bal kişand ser girîngiya girtiyek xwe çawa dikare li ser pêya bigire û wiha axivî: “Tiştên qewimîne û dîrokek me heye. Tecrûbeyek me mezin heye. Lehengiyên bi heybet hene. Yên ku ketine bin pêya jî hene. Heke armancek însan û ji bo jiyanê armancek mirovan hebe, dikare her cûre dijwarî û tahdeyê têk bibe. Divê doza însanan hebe. Çimkî ya ku însanan li ser pêya digire ev e. Yanî ya ku me li ser pêya digirt û digire têkoşîna me ya mafdar e. Çi dibe bila bibe, dixwazî bila ev agir di dilê te de be, bila êriş û zorî jî hebe tu dîsa xwe wî ruhê xwe yê têkoşer li ber xwe didî û xwe li ser pêya digirî. Dibe ku meriv bi awayek bedenî zoriyan bikişîne. Ev dibe hebe lê belê tu bi ruh, can û fikrên xwe li ber xwe didî û xwe li ser pêya digirî. Dikarî bi îradeyek berxwedêr li ser pêya bimînî. Heke ez li ser pêya mabim, ev ji bo min rûmetek mezin e. Me gelek hevalên nirx û delal winda kirin û bûn bedel. Lê armanc û çîrokek hemûyan hebû. Ji ber ku ruh û canê me bi gelê me re bû, em li ser pêya man. Heta ku ev rih zindî û şîn be em ê li ser pêya bimînin.”    REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ    Bîlge destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka herî mezin a li girtîgehan rewşa girtiyên nexweş e û wiha got: “Li girtîgehan derfeta tedawîkirinê tune ye. Ez nabêjim qet li girtiyên nexweş nanêrin lê bi ser re tên tedawîkirin. Îhtiyaca wan bi tedawiyek dûr û dirêj heye. Tedawiya li girtîgehan tê kirin ne çare ye. Divê her tim muayene û kontrola wan were kirin. Tu dibêjî guhê min dêşe, damleyek didin te û te dişînin. Bi salan girtiyên nexweş bernadin û ji mirina wan re çend meh dimîne wan berdidin. Ew jî ji ber ku dizanin wê jiyana xwe ji dest bidin berdidin. Divê demildest hevalên me yên nexweş berdin. Heke Tirkiye dibêje, ‘qanûnên min hene’ divê wê çaxê qanûnên xwe bidin şixûlandin. Her roj derdikevin pesnê dewleta xwe didin. Heke hûn pesnê wê bidin divê hûn hevalên nexweş berdin. Jixwe ragirtina mirovan ewqas dirêj li girtîgehan dijhiqûqî ye. Hiqûqa dijmin li hemberî girtiyan didin şixûlandin.”    MA / Ahmet Kanbal