Ew lehengek bû! 2021-12-29 09:18:30 QERS - Vedat Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, ji zarokatiya xwe ve serî li ber zext û zoriyan etwandiye û li dor têkoşînê bûye xelek û berê xwe daye çiyê. Dêya wî got: "Ew lehengek bû."  Di demên dawî de li girtîgehên Tirkiyeyê 5 jê girtiyên nexweş, 2 jê bi awayekî gumanbar 7 girtî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji vana jî Vedat Erkmen bû. Erkmen, di Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de bû û di 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenazeyê Vedat Erkmen ê 39 salî ji Stenbolê anîbû Qersê. Di 21'ê Kanûnê de li bajaroka Bazarcixê ya navçeya Dîgor a Qersê, polîsan nehiştibû malbat cenazeyê Erkmen bibe mizgeftê û selaya wî bê xwendin. Cenaze di bin dorpêça polîsan de hatibû definkirin.    DI 2002'YAN DE TEVLÊ BÛ   Vedat Erkmen ji 13 xwişk û birayan ê herî biçûk bûye. Di saka 1983'yan de hatiye dinê. Piştî dibistana navîn kuta kiriye, dev ji dibistanê berdaye. Piştî dev ji dibistanê berdaye şivantî kiriye û li ser înşeatan şixuliye. Lê ji ber tahde û zilma li gelê kurd, di sala 2002'yan de berê xwe daye çiyê û tevli PKK'ê bûye.    ‘EZ LI SER NAVÊ PKK'Ê LI VIRA ME'   Erkmen, di sala 2012'an de li Erziromê di qezayeke wesayîtê de birîndar bûye û bi birîndarî hatiye binçavkirin. Paşê sewqî dadgehê tê kirin û li Erziromê li dadgehê bi kurdî parastina xwe dike. Erkemen, li dadgehê tim dibêje ew kadroyeke PKK'ê ye û dê parastina xwe jî li gor wê bike. Di danişîna beriya biryardayînê de jî qedereke dirêj ew û heyeta dadgehê dikevin qirika hev. Di 6'ê Sibata 2013'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Erziromê, gava dibêje "Ez komploya 15'ê Sibatê ya li Rêber Abdullah Ocalan hatiye kirin şermezar dikim" heyeta dadgehê Erkmen hişyar dike û dibêje parastina ku ew dike sûc e. Erkemen jî dibêje, "Ez parastina xwe bi kurdî dikim, propagandayê nakim. Ez kadroyekî PKK'ê me. Ez li ser navê Rêxistinê li vira me." Piştî vê careke din gotina wî tê birîn. Vê carê jî dibêje, "Ez kadroyeke PKK'ê me û ez ê parastina xwe bi vî awayî bikim."    Di dawiya darizandinê de 3 caran cezayê muebeda giran û 374 sal cezayê girtîgehê li Erkmen tê birîn.    MALBATÊ BEHSA VEDAT KIR   3 birayên Erkmen ku di temenên biçûk de têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bala wan kişandiye û bandor ji têkoşîna birayê xwe girtine, di wextine cuda de tên binçavkirin û girtine. Ferdên malbata Erkemne behsa têkoşîn û jiyana Vedat Erkmen kirin.    LI DIJÎ ZILMÊ LI BER XWE DA   Dayik Gogercîn Erkmen a 70 salî, diyar kir ku kurê wê Erkmen xwedî kesayeteke xyrt bûye û got: "Vedat wekî sahabeyan bû. Ew lehengek bû."    Dayik Erkmen, anî ziman ku di nav zarokên wê de kurê wê yê herî cuda Vedat bûye û got: "Derdorê hemû ji kurê min hez dikir. Tahde li kesî nedikir. Kurê min li ber zilmê serî netewand. Me jî wekî wî serî netewand."    Birayê wî Sayim Erkmen ê 45 salî jî destnîşan kir ku bandor ji têkoşîna birayê xwe girtiye. Bira Erkmen, bilêv kir ku ji ber xebatên kirine di sala 2010'an de bi sûcê "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û di sala 2017'an de ji Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê derketiye. Erkmen got: "Bi saya birayê xwe bêtir serwext bûê. Hîn bêtir bi awayekî çalak tevli nav xebatan bûm."    SERÎ NETEWAND   Erkmen, da zanîn ku birayê wî Vedat ji zarokatiya xwe ve kesekî livdar bûye û got: "Kesekî jîr bû, lê dibistan bala wî nedikişand. Lewma piştî dibistana navîn hew xwend. Ji zarokatiya xwe ve li ser înşeatan xebitî. Kesekî wêrek bû. Gava zarok bû jî li gund tim li ber neheqiyê radibû. Gava zarok bû jî li ber neheqiyê serî neditewand."    GOTIYE 'WÊ MIN BIKUJIN'   Erkmen, bilêv kir ku birayê wî ne ew kes bû ku xwe bikuje û got: "Hevalên Vedat ên girtî telefonî malbatên xwe kirine. Gotine, Vedat ji wan re gotiye 'Mehek e zêde tahdê li min dikin. Wê min bikujin. Ez ê bimirim. Bila malbata min cenazeyê min, li goristana li zora gund defin bikin.' Haya me ji vê tune bû, lê bi tesadufî me ew li wir defin kir."    ‘EM BI HEV RE DIXEBITÎN'   Erkmen, bibîr xist ku ew û Vedat tim bi hev re diçûn Stenbolê dixebitîn û got: "VEdat, 15 salî wan bû. Zivistan bû. Wê çaxê kar tune bû. Cihekî em lê bimînin jî tune bû. Em 5-6 kes li maleke ezêban diman. Heqê nan bi dest me nediket. Carinan gava ez dihatim malê dikeniya. Di wî umrî de jî vîna wî ew qasî xurt bû. Birçîbûn, bêperetî, betalî tu tişt tesîr lê nedikir."    ‘MIZGEFT BÛNE MALÊN KESAN'   Erkmen, anî ziman ku tim diçû girtîgehê cem birayê xwe Vedat û her cara ku çûye jî moralê birayê wî pir baş bûye û got: "Tim digot; 'Min daye ser vê rêyê û ez ê heya dawî li ser vê rêyê bim.' Tu carî ne bi gilî û gazinc bû."    Bira Erkmen, bibîr xist ku polîsan nehiştiye ku wecîbeyên dînî yên cenazeyê birayê wî pêk bînin û got: "Mizgeft malên Xwedê ne, lê niha bûne malên kesan." Erkmen, bal kişand ser tahdeya ku li girtiyan tê kirin û got: "Tahdeyeke mezin li hevalên girtî tê kirin. Civak divê dengê xwe bilind bike. Ji bo mirin rû nedin divê malbat hesastir bin."   ‘YEKÎ PIR WÊREK BÛ'   Bira Naîm Erkmen (44) jî ku bi tawanbariya "alîkariya rêxistinê" 2 salan di Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ya Tîpa L'yê de maye got: "Wêrekiya koran bi hevlê Vedta re hebû. Kesekî pir wêrek bû. Hê di zarokatiya xwe de ev rê dabû ber xwe. 100 sal derbas bûbûna jî dê li ser vê rêyê bûna."    Erkmen, behsa bîranînek xwe û birayê xwe Vedat kir: "Vedat, di zarokatiya xwe de şivantî dikir. Rojekê heywan winda bûbûn. Em û gundiyan şev nîvê şevê em li heywanan geriyan. Em 5 kes bi hev re li heywanan digeriyan, lê birayê min Vedat bi tena serê xwe li wan digeriya. Kesekî pir wêrek bû."    ‘PÊŞENGTIYA ME DIKIR'   Bira Erkmen, destnîşan kir ku birayê wî Vedat ji ber ku neheqî qebûl ned8ikir tevli nav têkoşîna azadiyê bûye û got: "Gava biçûk bû me jê re digot, 'Tu biçûkê me yî, em ê xênî ji te re çêbikin.' Digot, 'Tahbê nebînin, xênî çênekin. Ji lew re ez ê li cem we nemînim.' Jixwe me pir ehv nedît. 20 sal bûn çûbû. Bi vî awayî hat gund. Ê ku pêşengtiya me dikir jî ew bû. Em jî di girtîgehê de man, lê hevalên wekî Vedat xwe nakujin. Em yeqîn nakin ku xwe kuştibe."    MA / Mehmet Şah Orûç