TÛAY-DER: Şert û mercên li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan tên pêkanîn 2021-12-29 09:18:29 AMED - Hevserokê TÛAY-DER a Amedê Mehmet Emîn Guzel, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û xwest piştgiriya qîrîna ji bo edaletê ya li dijî tecrîdê bê kirin.  Di pêvajoya şewba Covîd-19'ê de li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde bûn. Bi taybetî girtîgehên ku girtiyên siyasî tê de ne hema bibêje her roj bi tahde, heqaret, astengkirina tedawiyê, avêtina ser qawîşan, lêgerîna tazî, desteserkirina pirtûk û radyoyan dibin rojev. Ên herî zêde bandorê ji van binpêkirinan digirin jî girtiyên enxweş in û yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Tenê di meha dawî de 5 jê girtiyên nexweş cenazeyê 6 girtiyan ji girtîgehan derketin.    Li dijî van pêkanînan û neberdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Amed û Wanê xizmên girtiyan Nobeda Edaletê dane destpêkirin.    Hevserokê Komeleya Alîkariya Ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAY-DER) a Amedê Mehmet Emîn Guzel, pêkanînên li girtîgehan tên kirin û çalakiyên li dijî van pêkanînan tên lidarxistin nirxandin.    TECRÎD LI TEVAHIYA GIRTÎGEHAN BELAV BÛYE   Guzel, destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de li girtîgehan hevdîtin û pêwendîdanîna di navbera qawîşan de, aktîvîteyên civakî hemû ji holê hatine rakirin û pêkanînên wekî îşkenceyê ketine dewrê. Guzel, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê ABdullah Ocalan û got: "Bi salan e Birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Ev polîtîkaya tecrîdê li tevahiya girtîgehan belav bûye. Astengkirina hevdîtina bi hevalekî/e xwe re tecrîda herî mezin e. Mînaka vê ya herî mezin jî Îmralî ye. Niha şert û mercên tu girtîgehê ji yên Îmraliyê ne cuda ne. Tekane ferq Birêz Ocalan nikare sûdê ji hevdîtina bi malbat û parêzeran re bigire. Li girtîgehên din jî tişta cuda, girtî tenê dikarin hevdîtina girtî û ya bi rêya telefonê bikin. Li derve tevd,rên pandemiyê hatin rakirin lê li girtîgehan cardin zext dest pê kirin. Ev bandora polîtîkaya tecrîdê ye."    MIRINÊN BIGUMAN   GUzel, bilêv kir ku di demên dawî de gelek malbat û girtî têkildarî binpêkirinên mafan serî li komeleya wan didin. Guzel, bibîr xist ku yek ji van binpêkirinan jî astengkirina berdana girtiyên înfaza xwe temam kirine û got: "Înfaza girtiyan disipêrin dîtninên desteyên çavdêriyê û tên şewitandin. Bi qanûna înfazê re tecawizkar, qaçaxçiyên mirovan, tiryakfiroş, çete hatin berdan. Lê ev qanûn tenê ji bo girtiyên siyasî nehat pêkanîn. Hê jî hin girtiyên edlî hene ku înfaza wan hatiye sekinandin. Lê girtiyên nexweş yek jê jî nehat berdan."    Guzel, bal kişand ser mirina biguman a girtiyên nexweş jî û got: "Bi taybetî Vedat Erkmen û Garîbe Gezer, em bawer nakin ku xwe kuştibin. Ji lew re otopsî bêyî haya parêzer û maşbatan jê hebe bi dizîka hat kirin. Sedemeke vê veşarîbûnê heye. Kesên girtî divê di girtîgehan de di bin temînata dewletê de bin û di şert û emrcên mirovane de bijîn. Lê gava cenazeyên mirovan ji girtîgehan derkevin û mirina wan mirineke biguman be, nexwe berpirs dewlet û girtîgeh e. Aşkejrekirina van mirinan û jiholêrakirina fikaran jî peywira Wezareta Dadê ye."    BANGAWAZÎ   Guzel, destnîşan kir ku di hin serlêdanan de hîn bûne ku gefên wekî "em ê nehêlin hûn ji girtîgehan derkevin" li girtiyan tên xwarin û got: "Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Gava diçin nexweşxaneyê 15 rojan di karantînayê de dimînin. Jixwe bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe îdame bikin. Lê hûn radibin wan dixin karantînayê. Mînaka herî berbiçav Mehmet Emîn Ozkan e. Li girtîgehan bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyan dibin. Wan wekî kesên talûke dihesibînin. Lewma cezanî nû li girtiyan dibirin û wan didin ber lêpirsînan. Bi cezayên dîsîplînê jî înfazên wan tên şewitandin."    Guzel, bal kişand ser Nobeda Edaletê ya li hemberî binpêkirinên mafan hatine destpêkirin jî û got: "Em piştgiriya Nobeda Edaletê ya malbatên xwe dikin. Em dixwazin diyar bikin ku em li cem wan in. Rayedar divê vê nobeda malbatan bibînin û çi hewce be bikin. Em dixwazin di serî de rêxistinên mafan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên navneteweyî di vî warî de hesa bin. Demildest divê girtiyên nexweş bên tedawîkirin û bên berdan."