Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo tedbîrê serî li AYM'ê da 2021-12-29 09:18:26 STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, bi daxwaza tedbîrê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da ji bo muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de.  Buroya Hiqûqê ya Asrinêî ji bo muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de û 9 meh in xeber ji wan nayê girtin, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.    Parêzeran, di 24'ê Kanûnê de bi daxwaza tedbîrê serî li AYM'ê dan. Parêzeran di serlêdanê de bal kişandin ser hevdîtina dawî ya Ocalan ku di 25'ê Adarê de bi telefonê kiriye û got: "Ji wê rojê heya niha 9 meh derbas bûne û bi tu awayî xeber ji muwekîlên xwe nagirin. Di vê demê de ne pêwendiyeke fîzîkî bi muwekîlan re çêbûye ne jî bi telefon an jî nameyan pêwendî hatiye çêkirin. Lewma serî li dadgeriya înfazê hatiye dayîn. Dadgeriya înfazê diyar kir ku ji ber cezayê dîsîplînê heye hevdîtina bi malbatê re nayê kirin û ji ber ku 6 mehan sînordarkirina hevdîtinê heye hevdîtina bi parêzeran re nayê kirin. Îtiraz ji bo vê briyara dijî hiqûqê hat kirin û nimûneyên van dosyeyan hatin xwestin, lê belê ev daxwaz bi hincetên ewlehiyê hatin redkirin."    DAXWAZ   Parêzeran di berdewamiya serlêdanê de daxwazên xwe bi vî awayî bilêv kirine: "Jiyana serlêdêrên ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve xeber ji wan nayê girtin, bi awayekî potansiyel di xetereyê de ye. Ki gel temenê wan ê mezin û rewşa tenduristiya wan, îzolasyona mûtleq a dûr û dirêj yekparebûna wan a ruhî û fizîkî tehdîd dike. Nebûna mekanîzmayên kontrolkirinê û rêyên serlêdanê yên kartêker, xetereyê mezintir dike. Ji bo ev zirara binpêkirina xala 17'an a Qanûna Bingehîn (qedexeya îşkenceyê) bi adwî bibe, ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re bê kirin, em doza biryara tedbîrê dikin a ku di xala 73'yan a rêziknameya navxweyî de hatiye diyarkirin."    MA / Ferhat Çelîk