Li Basayê jinek hat binçavkirin 2021-12-28 16:34:38   ŞIRNEX - Li gundê Bana yê bi ser navçeyê Basayê ve di serdigertina malan de Hedîye Savgun hat binçavkirin.    Li gundê Banayê yê bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve duh di serdegirtina malan de welatiya bi navê Hedîye Savgun bi sedemeke nediyar hat binçavkirin. Hat ragihandin ku ji bo ku îfadeyê wê bê girtin birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.