Girtiyê nexweş Ayik: Zext berdewam bikin wê cenaze ji girtîgehan derkevin 2021-12-28 15:27:59   ANTALYA - Girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Eskîşehîrê tê ragirtin, diyar kir ku hejmartina ser piyan lê tê ferzkirin, qawişa wî ya lê di karantînayê de dimîne di rewşeke gelek nebaş de ye û banga hestiyariyê kir.    Xebatkarê Kovara Gelê Azad yê berê û girtiyê nexweş Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihandin. Ayik ê di sala 2015’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û nexweşiya Crohn a cureyekî nexweşiya rûviya ye pê re heye, bi qezayeke di sala 2006’an de derbas kir çavê xwe yê rastê bi temamî winda kir, çavê wî yê çepê jî miyop e.   DI KARANTÎNAYÊ DE TÊN GIRTIN   Ayik, ragihand ku ji ber apseya di diranên wî de çêbûye, nikare dermanên xwe yên ji bo nexweşiya rûvi ne bikarbîne û wiha got: “Her cara ji bo dermankirinê diçim nexweşxaneyê û têm min dixin karantînayê de. Beriya niha min 4 diranên xwe bi anesteziyê wergirtin, niha jî 5 diranên min ên din wê werin kişandin. Ji ber nexweşiya min nikarin bi awayekî normal mudaxile bikin. Bijîjk xwest mudaxile bike lê ji ber hemberî vê derketim ez sewqî fakulteyê kirim. Ez li bendê me ku tedawiya diranên min bê kirin. Odeyên karantînayê gelek xerab in. Ez malzemeyê paqijiyê ava lekeyan digirim û paqij dikim lê her tim bêhneke nexweş jê tê. Ev jî bandorê li tenduristiya min dike.”   DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ    Ayik, bi lêv kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan ên cidî hene û wiha axivî: “Hejmartina ser piyan li min ferz kirin. Vê ferzkirinê dikin hêcet û dixwazin êrişî me bikin. Heke tiştek bi serê me were berpirsyarên wê midurê girtîgehê, rêveberî û gardiyan in. Banga me li gelê me ye, bila têkoşîna xwe mezin û fireh bikin. Heke bêdeng bimînin wê wisa biçe. Bi têkoşîna were dayîn ev tecrîd dikare ji holê rabe. Bila ji zindanan re bibin deng û piştgiriyê bidin. Di van rojên dawî de çawa li zindanan şehîd derketibin, heke bêdengî çêbibe wê rewş wisa biçe. Hevalên me ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û îşkenceyan şehîd ketin. Em dibêjin ku bila li girtîgehan mirin çênebin. Divê gelê me ji bo vê têkoşîna xwe bilind bike. Heke zext û êriş liv ir berdewam bikin wê ji Girtîgeha Eskîşehîrê jî cenaze derkevin.”