34 qurbanî li gelek navendan hatin bibîranîn: Rêya Edaletê di Roboskî de derbas dibe 2021-12-28 15:25:30   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gelek navendan qurbaniyên Komkujiya Roboskî hatin bibîranîn û di daxuyaniyan de hat gotin, “Bila heqîqetên di komkujiyê de werin eşkerekirin. Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe.”    Li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê bombe li şêniyên gundê bazirganiya sînor dikirin barand û di encama êrişê de 19 jê zarok 34 welatî hatin qetilkirin. Qurbaniyên komkujiyê di salvegera 10’emîn de li gelek navendan hatin bibîranîn. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat xwestin ku faîl werin darizandin û cezakirin.    AMED   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Parka Rojava ku wek parka Roboskî jî tên daxuyanî da çapemeniyê û pankarta “Roboskî ji bîr neke” hat vekirin. Berdevkê Demê yê Platformê Mehmet Ceylan daxuyanî da û destnîşan kir ku êriş û qetlîamên li ser kurdan tu carî neqediyan e û seranserî dîrokê dewam kirine.    Pişt re jî Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Amedê Hasan Hayrî Eroglu axivî û bal kişand ser necezakirin û nedîtina kujeran û xwest ku demildest faîl werin darizandin û cezakirin û xwest dawî li polîtîkaya necezakirinê were û demildest edalet pêk were.    PARTIYA DEVA   Rêxistina Partiya DEVA’yê ya Amedê jî li Parka Rojava daxuyanî da û qurbanî bibîr anîn.    RIHA   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li Meydana Topçu daxuyanî da û qurbaniyên komkujiyê bibîr anî. Berdevka KESK’ê ya Rihayê Eylem Salar daxuyanî da û xwest berpirsiyar werin darizandin.    Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku ji ber yên hatin kuştin kurd bûn, kujerên Roboskî nehatin darizandin û xwest kujer werin eşkerekirin.    WAN   Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Wanê jî têkildarî salvegera komkujiyê li ber Kargeha Perîhanoglû daxuyanî da û wêneyên qurbaniyan li erdê hatin rêzkirin. Endamê Meclîsa Partiyê yê DBP’ê Ejder Ekîncî daxuyanî xwend û anî ziman ku faîl nehatin darizandin û hêj kesên fermana komkujiyê dan li ser wezîfeyê ne.    ENQERE    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî bi wesîleya salvegera komkujiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û qurbaniyan bibîr anî û bal kişand ser doza Roboskiyê û xwest heqîqet û rastî werin eşkerekirin.    EDENE    Şaxa ÎHD’a Edeneyê û Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Edeneyê jî li Parka Înonu daxuyaniyek dan û qurbaniyan bibîr anîn. Serokê ÎHD’a Edenyê Yakûp Ataş destnîşan kir ku ji bo Roboskiyê wê têkoşîna wan edaletê berdewam bike.    Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş jî anî ziman ku Komkujiya Roboskî tabloya şermê ya dîroka siyaseta Tirkiyê ye û Tirkiyê li dijî welatiyên kurd sûcê mirovahiyê pêk aniye û xwest berpirsiyar werin cezakirin.    BAROYÊN BAKUR    Baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê Amed, Wan, Riha, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Sêrt, Mûş, Qers, Colemêrg, Dersim, Çewlig, Semsûr, Agirî jî bi wesîleya salvegera komkujiyê daxuyaniyek nivîskî weşandin û bal kişandin ser dozê û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê têkoşîna hiqûqî bimeşînin.    MÊRDÎN     Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Mêrdînê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenter Pero Dundar û Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday di daxuyaniyê de axivîn û diyar kirin ku heta edalet were dabînkirin wê li hesabê komkujiyê bipirsin.    Şaxa ÎHD’ê jî li avahiya xwe daxuyanî da û xwest faîlên komkujiyê werin eşkerekirin.    DERSIM   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê jî li Kuçeya Hunerê daxuyanî dan û qurbaniyan bibîr anîn. Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu û nûnerên saziyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP’a Dersimê Nurşat Yeşîl axivî û got komkujiyên di meha kanûnê de pêk hatine çi Mereş, çi li girtîgehan û çi li Roboskî hemû bi heman hêcetê pêk hatine û tevî ku 10 sal derbas bûn jî kujer nehatin eşkerekirin û cezakirin.