Li Stenbolê li dijî avahiya HDP’ê êrişa çekdarî pêk hat: Du endamên partiyê birîndar bûn 2021-12-28 14:15:36 STENBOL - Kesek bi çek û kêr çû avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Bahçelîevlerê û bi kêrê du endamên partiyê birîndar kir.  Li Stenbolê kesek ku demance û kêr li serê hebûn ket avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlerê. Ev ewilî derbarê endamtiya partiyê de pirs kirin. Pişt re çaya li ber xwe bi ser endamên partiyê de rijand û bi kêrê êrişî endamên partiyê kir. Êrîşkar bi kêrê endam û rêveberên HDP’ê Ramazan Dişarî û Azîz Şîmşek bi sivîkî birîndar kir.      Rêveberên partiyê êrişkar asteng kirin. Êrişkar reviya firinek serê kuçeya partiyê. Pişt re polîs hatin cihê bûyerê û êrişkar hildan binçavan û li gel xwe birin. Nehat zanîn êrişkar birine ku.   Piştî êrişê Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û rêveber û endamên partiyê hatin avahiyê. Hat zanîn ku polîsan li cihê bûyerê lêkolîn kiriye. Di kêliya bûyerê de endam û dilxwazên HDP’ê kom bûn û bertek nîşanî êrişê dan.    ‘EZ HATIME KU WE BIKUJIM’    Ramazan Dişari ku di êrişê de birîndar bû behsa tiştên qewimîne kir û wiha got: “Me çay da ber êrişkar. Pişt re derbarê endamtiya partiyê de pirs ji me kirin. Kêliyek şûn ve çaya li ber xwe bi ser min de rijand. Êrişkar got, ‘ez hatime ku we bikujim’. Heqaret li me kirin. Pişt re destekî xwe avêt demançeya xwe û bi destê din jî bi kêrê êrişî min kir. Kêr li sînga min ket. Hevalên me jî hewl dan bisekinînin. Di vê navberê de hevalek meyî din jî birîndar bû. Min hewl da wî bisekinînim lê kêr li destê min ket. Hevalê me din jî bi sivikayî birîndar bû.”    ÊRIŞA LI ÎZMÎRÊ JÎ BI HEMAN RENGÎ PÊK HATIBÛ    Kujer Onur Gencer jî bi heman rêbaza vî êrişkarî di 17’ê hezîranê de avêtibû ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Îzmîrê û di encama êrişê de xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz qetil kiribû.