Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 295’an de ye 2021-12-28 11:17:07   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna edaletê didomîne wiha got: “Ji kesî deng dernakeve, li vî cihê ku agir lê ketiye şewitandin didome.”    Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku sê ferdên malbata xwe di êrişa AKP’iyan de winda kirin ji 9’ê Adarê ve li edaletê digerin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 295’emîn de berdewam dike. Malbat vê sibehê ji navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û dest bi çalakiya xwe ya nobedê kirin.    Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, parlamenterê AKP’ê Ahmet Eşref Fakibaba û Serokê TBB’ê Erînç Sagkan etîket kirin û vê peyamê parve kir: “Li ber çavê bi sedan xebatkarên cemaweriyê, parlamenterek di nava AKP’ê de li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetlîam tê kirin. Ji kesî deng dernakeve. Ji ber ku ji kesî deng dernakeve, cihê ku agirê lê dikeve dişewitîne û ev şewat didome. Her kes bi îbret temaşe dike. Nobeda me ya Edaletê di roja 295’emîn de ye.”