Li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye 2021-12-28 09:02:52 ŞIRNEX - Li gor lêkolîn hatiye kirin, hatiye tespîtkirin ku li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye. Civaknas Ayfer Sarûhan, li dijî tiryakê îşaret bi helwesteke civakî kir.  Di salên dawî de her diçe li bajarên herêmê tiryak û fuhûş pir zêde bûye. Li gor lêkolîneke li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatiye kirin, di salên dawî de li navçeyê bikaranîna tiryakê ji sedî 30 zêde bûye.    Lêkolîn di meha Cotmehê de li 11 taxên Silopiyayê rû bi rû hatiye kirin û hatiye diyarkirin ku rêjeya wê ya rastbûnê ji sedî 95 e.    Ji pirsên lêkolînê yek jê pirsa "Te qet tiryak an jî madeyên bi vî rengî bi kar aniye?" ye. Kesên bersiva "erê" dana ji sedî 10 in. Pirseke din jî "Çend meh/sal tu tiryakê bi akr tînî?" ye. Beşdarên ev pirs bersivandine ji sedî 30.5 gotine di 6 mehên dawî de dest pê kirine. Kesên tevli lêkolînê bûne jis edî 40.7 jê diyar kirine ku tiryakê bêheq peyda kirine û yên pirsa "Ji ber tiryakê nexweşîn li te peyda bûne?" bersivandine jî ji sedî 91.5 gotine "na".    ‘ARMANC TEVIZANDINA CIWANAN E'   Civaknas Ayfer Sarûhan ku encama "lêkolîna qadê ya pêgirtîbûna tiryakê" nirxand, destnîşan kir ku di 6 salên dawî de hejmara kesên dest bi tiryakê kirine zêde bûye. Sarûhan, destnîşan kir ku tiryak kesan bi tabetî ji zanyariyên civakî dûr dixîne û kesên tiryakê bi kar tînin di warê  çareserkirina pirsgirêkên civakî û pirsgirêkên civakê de dibin kesên guhnedêr. Sarûhan, got: "Di pêgritîbûna tiryakê de bandora malbatê û rewşa aborî heye, lê faktora herî kartêker dewlet e."    Sarûhan, destnîşan kir ku di hin rewşan de dewlet rasterast dibe sedema zêdebûna tiryakê û got: "Gava em li temenê kesên tiryakê bi ka tînin mêze dikin piranî jê ciwan in. Ev encama polîtîkayeke bi zanebûnî yye. Ji lew re ciwan dînamîka civakê ne. Ên civakê diguherînin û vediguherînin ciwan in. Ciwan, di heman demê de enerjiya civakê ne. Gava ciwan bê pasîfkirin wê çaxê tu berê civakê bidî ku tu yê bidî."    ‘XWE LI NEDÎTINÊ DATÎNIN'   Sarûhan, da zanîn ku ji sala 2015'an heya niha li bajarên herêmê rêjeya bikaranîna tiryakê zêde bûye û got: "Li herêma mmme ev qas esker, polîs û cerdevan hene. Lê ev rêje nîşan dide ku xwe li nedîtinê datînin. Niha kesên bixwazin tiryakê peyda bikin, bi rihetî dikarin peyda bikin. Bi vê polîtîkayê tê xwestin ku ciwan ji rojeva sereke bên dûrxistin û bi tabetî jî ji nasnameya xwe û çanda xwe bên dûrxistin. Armanc afirandina ciwantiyeke pûç e. Armanca sereke yya dewletê ciwanine tevizandî biafirîne. Rêya vê jî tiryak e."    Sarûhan, li dijî bikaranîna tiryakê îşaret bi helwesteke civakî kir û destnîşan kir ku dê ev mesele bi piştevaniyê ji holê bê rakirin.    MA / Omer Akin