ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'AN 2021-12-28 09:00:06 * Xelîl Guneş tevî ku girtiyê nexweş bû jî nehat berdan û li girtîgehê hat kuştin. 29 sali zindanan girtî ma û tu hêviyek ji serweran nekir. Êşên nava dilê xwe ji kesî re negot. Her tim ew têkoşîya û keniya. * Ji bo endamên DÎAYDER'ê yên ku ji ber ku xutbe bi kurdî kiribûn hatibûn girtin, serî li AYM'ê hat dayîn.    * Aydî Baran ku piştî du salan ji bo hevdîtinê bi kurê xwe yê girtî re bike ji Mêrsînê çû Tekirdagê, diyar kir ku ev qas rê ji bo hevdîtineke nîv saetî hatiye û xwest zarokên wan sewqî girtîgehên nêzî wan bên kirin.    * Li gor lêkolîn hatiye kirin, hatiye tespîtkirin ku li Silopiyayê bikaranîna tiryakê zêde bûye. Civaknas Ayfer Sarûhan, li dijî tiryakê îşaret bi helwesteke civakî kir.    * Tekane wesiyeta kesên piştî Komkujiya Roboskiyê jiyana xwe ji dest dan ew bû ku kesên ên mayş hesab ji kujeran bipirsin.    * Hevserokê Komîteya Çandinî û Aboriyê ya Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Selman Barûdo, bal kişand ser astengî û êrişên Tirkiyeyê yên hember çandinî û aboriyê û destnîşan kir ku ew bi "aboriya rêya sêyem" li hemberî van êrişan disekinin. Barûdo got: "Em ê di sala 2022'yan de tevî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji heqê van êrişan derkevin."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 295’emîn de berdewam bike.    * Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar wê serdana DEVA û CHP'ê bikin. (09.30/13.00)   * Danişîna 8'emîn a Doza Kobanê wê di roja 6'emîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Wê bi wesîleya salvegera 10'emîn a Komkujiya Roboskî li gelek navendan daxuyanî werin dayîn. Wê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozuturk û Berdevka HDP'ê jî di nav de wê gelek kes li Roboskî qûrbaniyan bibîr bînin. (11.00-19.00)    * Wê li Amed û Wanê nobeda edaletê ya malbatên girtiyan berdewam bike. (13.00-16.00)