HDP: Doza Denîz Poyraz wê bibe dozek hesabxwestina siyasî 2021-12-27 14:54:15   ÎZMÎR – Rêxistna HDP’ê ya Îzmîrê diyar kir ku doza derbarê kujer Onur Gencer de hatiye vekirin wê nehiqûqî be, wê dozek hesabpirsîna siyasî û rûbirûbûna heqîqetê be û banga beşdariya danişînê kir.    Li Îzmîrê di 17’ê Hezîranê de kesê bi navê Onur Gencer bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê Bajarê Îzmîrê de girtibû û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Danişîna ewil a dozê ya derberê Onur Gencer de hat vekirin wê di 29’ê mehê de li Dadgeha Bayrakliya Îzmîrê were lidarxistin. Rêxistina HDP’ê ya Bajêr têkildarî danişînê li avahiya xwe daxuyanî da û banga beşdariya dozê li her kesî kir. Parlamenterê HDP’ê yên Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Mûrat Çepnî, Hevserokên HDP’a Bajêr û rêveber beşdarî civînê bûn û pankarta “Em li dijî qetlîam û êrişan mil bidin milê hev. Faşîzm wê têk ehre û em ê li vir bimînin” daliqandin.    ‘EM KUJERAN NAS DIKIN’    Hevseroka HDP'a Bajêr a Îzmîrê Besriye Tekgur daxuyanî da û diyar kir ku berpirsyarên qetlîamê "zimanê jehrîn" e ku bloka desthilatdar her roj HDP'ê dike hedef e û wiha got: “Kiryarê vê qetlîamê zîhniyeta nîjadperest a hêzên faşîst e ku li ber deriyê me kon vedane û bi rêya vî konî her roj avahiya parêzgeha me hedef digirin. Em qatilan baş nas dikin. Piştî kon li ber deriyê me hat vedan, hêzên faşîst li ber partiya me daxuyaniya çapemeniyê dan, çeleng danîn û kirin hedef. Divê neyê ji bîr kirin ku ew kon hê jî li wir e. Ew polîsên ku nahêlin em li ber deriyê xwe daxuyaniya çapemeniyê bidin, lê piştgirî dan daxuyaniyên çeteyên faşîst ên li ber avahiya me dan û me hedef didin nîşandan. Ev kesên li ber partiya me jî di komkujiyê de bir ola xwe rabûn.”    'WÊ BERPIRSIYAR WERIN DARIZANDIN’    Tekgûr destnîşan kir ku di îdianameyê de qetlîam bi awayek hêsan û ji rêzê, wek cînayeteke sade hatiye nivîsandin û wiha got: “Divê neyê jibîrkirin ku hemû qetlîamên siyasî û cînayetên siyasî yên li vî welatî ji aliyê hin komên desthilatdariyê ve hatine plankirin û pêkanîn. Ji ber van sedeman em weke HDP'ê diyar dikin ku em ê şopdarên vê dozê bin û heta dawiyê berdewam bikin. Dê teqez paşxaneya vê dozê derkeve holê û berpirsyar bên darizandin. Heta ku ev doz neyê ronîkirin, jiyana partî û siyasetmedarên ku bi siyaseta demokratîk re mijûl dibin, wê ne ewle be. Her wiha em bang li her kesî kir ku di 29’ê Kanûnê saet li 09:30’an de li ber edliyeyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û dozê bişopînin. Paşê jî wê danişîn dest pê bike.”    DEWAMA KOMKUJIYÊN DIN E    Parlamenter Serpîl Kemalbay jî banga beşdariya wê di 29’ê mehê de were lidarxistin kir û diyar kir ku qetlîama Denîz Poyraz berdewama qetlîamên din ên li Tirkiyê ne û dema ew li dîroka Tirkiyê dinêrin her tim li dijî azadîxwaz û demokrasîxwaan qetlîamên bi vî rengî pêk hatine.    HESABXWESTINA SIYASÎ YE    Kemalbay da zanîn ku doza di 29’ê kanûnê de wê were lidarxistin wê nebe pêvajoyek hiqûqî û dozek hesabxestina siyasî ye û rûbirûbûna heqîqetê ye. Kemalbay anî ziman kut ê xwestin ser Doza Denîz Poyraz bigirin û beriya danişînê daraza qesrê dixwaze vê dozê bigire û ew ê nehêlin doz were girtin.    Parlamenter Mûrat Çepnî jî banga beşdariya dozê li her kesî kir.