Dozeke din li Emîne Şenyaşar hat vekirin 2021-12-27 11:49:13   RIHA - Bi îdiaya ku Emîne Şenyaşar heqaret li parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, dozeke din lê hat vekirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 294’emîn de berdewam dike. Li 6’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rojhilatê Enqereyê dozeke din li dayika Emîne Şenyaşar a di nobetê de ye hat vekirin.    Doza ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rojhilatê Enqereyê derbarê dayik Şenyaşar de hat vekirin, ji aliyê 6’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rojhilatê Enqereyê ve hat qebûlkirin. Di îdianameya doza bi îdiaya “Heqaret li peywîrdarê cemaweriyê kiriye” hatiye vekirin de parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz weke gazinker cih girt. Gotinên dayika Şenyaşar ên “Ev Xelîl (Parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz) faîzkar e, diz e, bila bikevin li pey van dizan, bila bikevin li pey Xelîl ka çend kes kuştine” di 16’ê Îlonê de li pêş Edliyeyê bikaranîn weke sûc cih girt.    Di îdianameyê de hat diyarkirin ku gotinên dayika Şenyaşar di vîdeoyeke ku di qenala Youtube a bi navê “Evrensel” hatiye weşandin de cih digire û Şenyaşar jî di îfadeya xwe ya miduriyeta polîsan de ev gotin qebûl kirine. Di îdîanemeyê de hat îdîakirin ku naveroka gotinên dayik Şenyaşar ‘heqaret û biçûk xistine’.    6’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rojhilatê Enqereyê, îdianameya hatiye amadekirin qebûl kir û biryar da ku Şenyaşar bi usuleke hêsan were darizandin.    BERIYA NIHA DU DOZ HAT VEKIRIN   Beriya niha jî derbarê Emîne Şenyaşar de bi îdîaya ku heqaret li Îbrahîm Yildiz û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kiriye li Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê doz hatibû vekirin û doz kiribûn yek.