Muslim: Em ê li dijî konseptê têkoşîneke mezin bidin 2021-12-27 11:27:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku bi êrişan dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teslîm bigirin û bi lêv kir ku wê li dijî vê konsepta xistine meriyetê têkoşîneke mezin bidin.    Êrişên Tirkiyeyê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên Tirkiyeyê di 25’ê Mijdarê de êrişî maleke li Taxa Şehîd Peyman a Kobanê kiribûn û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.   Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, derbarê êrişên dewleta tirk û hewildanên teslîmgirtina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. Salih Muslim, destnîşan kir ku êrişa li ser Kobanê xelekeke din a hovîtiya faşîzma dewleta tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha got: “Hedefgirtina hemwelatiyan hovitiya dewleta tirk nîşan dide. Ev êriş di demeke balkêş de pêk hat. Ev diyar dike ku konsepteke giştî dane destpêkirin. Êrişên li Zirgan û Kobanê, ji dorpêçkirina herêmê ya ji aliyê hikumeta Şamê û hikumeta Başûrê Kurdistanê ve ne serbixwe ye. Ev giştî diyar dike ku ji navendekê ev biryarên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine girtin. Di nav wê navendê de ya ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryaran didin Sûriyê, Rûsya, Amerîka û Îran cih digirin. Ev dewletan bi giştî lihevkirine ku li gor wê konsepta xwe tevbigerin. Ev li ser teslîmgirtin û êşandina herêmê ye. Giliyên ku em dikin jî tu feyde nake. Encex em bi xwe tedbîran bigrin, xwebirêxistin bikin, ji sîxuran baldar bin û têkoşînek mezin li hember van êrişan bidin.”   ‘DIBÊJIN HERIN BIKEVIN HEMBÊZA HIKUMETA ŞAMÊ’   Salih Muslim, balkişand ser dema pêkanîna êrişan û pêkanîna civîna Astana û wiha berdewam kir: “Ev êriş û hewildanên teslîmgirtina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di rojên ku civîna Astana pêk hat de çêbûn. Civîna Astana li ser çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê tê lidarxistin. Lê di daxuyaniya wan de jî diyar bû ku li ser çareserkirina pirsgirêka Sûriyê tiştek derneket holê. Li dijî çareseriyê ye. Em tenê li dijî Astanayê ne, derveyî me kesek li dijî wan dernakeve. Lavrov û daxuyaniyên wekî ku dibêjin 'kurd çi dixwazin?' Li herêmê kurd, ermen û suryan hene. Projeyek li herêmê heye. Çima nabêjin rêveberî çi dixwazin. Dixwazin kurdan bi quncikekê de bihêlin û çend maf bidinê. Dibêjin herin têkevin hembêza hikumeta Şamê. Ewqas berdêl hatin dayîn. Tiştek wiha nabe.”   ‘DIVÊ HÊZÊN GARANTOR ÊN LI HEREMÊ DIMÎNIN CIDÎ BIN’   Muslim, têkildarî bêhelwestiya hêzên navneteweyî jî ev tişt anî ser ziman: “Hêzên navneteweyî daxuyaniyan didin, lê di aliyê pratîkî de tiştekî nakin. ÎHA û SÎHA`yên ku dewleta tirk li dijî hemwelatiyan bi kar tîne ji dewletên navneteweyî yên wekî Îngîltere, Amerîka, Hollanda, Kanada û Danîmarka wergirtine. Gelo ev dewlet nikarin ji dewleta tirk re bibêjin êrişî hemwelatiyan neke? Berjewendiyên xwe hene. Kesekî ku cidî, bi me re be tune ne, divê li gor wê tedbîrên xwe bigrin. Divê hêzên garantor yên li heremê dimînin cidî bin. Bila qanûnên xwe bimeşînin. Di NATO’yê de kuştina sivîlan tune ye, topbarankirina Zirganê tune ye. Bila pîvanên NATO’yê bimeşînin. Tişta ku dewleta tirk dike derveyî mirovahiyê ye. Dewletek terorîst van sûcan pêk tîne, lê li hemberî wê dewletê tiştekî nakin. Balafirên rûsan her roj li aliyê Sûriyeyê çeteyan bombebaran dikin, lê yên ku DAIŞ xwedî dike wê dixe balgihê bin serê me. Ji ber çi li hemberî wan nayê sekinandin. Bila ji hevpeymanên ku çê kirine re dirûst bin.”   ‘ÎRO KURDÊ BAŞ DIKUJE WÊ SIBÊ DORA YÊ XIRAB JÎ WERE’   Salih Muslim qala armanca van êrişên bi SÎHA`yan hemwelatiyan dikin hedef kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi van êrişan dixwazin gel bitirsînin. Herêmê vala bikin. Dewleta Tirk li ser gelên me terorîzma dewletê dimeşîne.  Di dîroka Osmaniyan de ev heye. Erdogan îro tiştê ku Ebdilhemîd kiriye dimeşîne, dixwaze dewleta Osmanî bimeşîne. Dewleta Osmanî jî heman tişt dikir, dema diketin bajarekî û ji Yenîçerî bi cih dikirin, wan jî talan, dizî û kuştin dikirin. Piştî wê jî leşkerên xwe li wir bi cih dikirin. Ev terorîzma dewletê ji dîroka Osmaniyan derketiye. Îro ji ber ku hêzên navnetewî li hember dewleta tirk dernakeve, hesap jê naxwaze bi keyfa dimeşe. Heya niha hişmendiya wan ev e ‘Kurdê baş, Kurdê miriye.’ Ger sîxurên wan kurd bin wê rojek were wan jî tune bike. Ger îro kurdê baş dikujê wê sibe jî dora kurdê xirab were. Di dîrokê de ev kirine.”   ‘DIVÊ EM BI HER AWAYÎ XWE BIRÊXISTIN BIKIN’   Salih Muslim derbarê hewildanên teslîmgirtina herêmê de jî wiha got: “Dewleta tirk dibêje ‘yan hûne teslîm bibin yan jî ez ê we bikujim.’ Teslîmiyet mirin e. Li şûna ku di bin dagirkerî û himbêza dewleta tirk de bê keramet her roj bimirin, careke bi şeref û kerameta xwe bimirin û mirovatiya xwe winda nekin.  Gelê birêxistinkirî xwedî îrade ye, gelê bêrêxistinkirî li ber lingan diçe. Divê em bi her awayî xwe birêxistin bikin. Bi vê rêxisitinbûnê em dikarin li dijî hovîtiya dewleta Tirk bisekinin.”   ‘SERWERIYA SURIYEYÊ KIRINE BENÎŞT’   Salih Muslim, diyar kir ku derbarê êrişan de tu hevdîtinên wan bi hikumeta Şamê re çênebûne û wiha pê de çû: “Hikumeta Şamê dema komkujiyek li welatên cûda têne kirin, derdikevin daxuyaniyên şermezarkirinê didin. Lê dema mijar dibe Bakur û Rojhilatê Sûriyê tiştekê nakin. Serweriya vî welatî heye. Beriya her tiştî serweriya Sûriyê kirine benîşt û di devê xwe de dernaxîne. Ji bo serweriyê çi kirine, tiştek nekirine. Bila werin em bi hev re rûnin lihev bikin ku çawa em bikaribin di hundirê vê malê de bijîn, wê demê em dikarin li dijî dijminê Sûriyê jî bisekinin.”   ‘MÎT DI HUNDIRÊ DAIŞÊ BI XWE DE BÛ’   Salih Muslim dazanîn ku her ku diçe tevgera MÎT’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin û wiha doman: “Rola MÎT’ê çima îro zêde derdikeve? Dema DAIŞ hebû çima dernediket. MÎT di hundirê DAIŞ’ê bi xwe de bû. Dema ku DAIŞ nikare xwe berde nav gel wê demê MÎT’ê dixin meriyetê, yan jî şaneyên veşartî dixin tevgerê. Li kuderê DAIŞ têk diçe li wir MÎT dikeve dewrê û şaneyên xwe çê dike. Tu cûdabûna şaneyên MÎT’ê ji DAIŞ’ê tune ye. Dema DAIŞ kêm dibe MÎT zêde dibe. Divê em baldar bin û nehêlin ku zarokên me bên bikaranîn.”   ‘WÊ ROJHILATA NAVÎN NEFESEKE KÛR BIKIŞÎNE’   Salih Muslim anî ziman ku wê sala 2022’an bibe sala hilweşandina faşîzmê û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Sala 2021’an di nav têkoşînê de derbas bû. Pirsgirêka Kurd her çû berfireh bû û cîhan pê hesiya. Lê heya niha ger çareser nebûye tê wateya ku keda me têrî nekiriye. Divê em hin zêdetir bixebitin. Ev 6 sale di dewleta tirk a dagirker de jî tiştek nemaye ku gihîştiye îflase. Kêm ma ye. Em hîn zêdetir li ber xwe bidin, wê dijmin ji hundir de bê hilweşandin. Ger em rêxistina xwe xurt bikin, dijminê xwe nas bikin wê sala 2022`an bibe sala me. Ev sal wê bibe sala hilweşandina faşîzmê. Ger ew dijminê bûye belayê mirovahiyê hilweşe wê Rojhilata Navîn nefeseke kur bikşîne.”