Piştî 30 salan hat berdan 2021-12-26 19:42:33 AGIRÎ - Ahmet Kiliç ê ku cezayê xwe qedand, piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan.   Ahmet Kiliç di 1'ê Çileya 1992'an de li Êlihê ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi hincetên siyasî hat darizandin û cezayê muebetê lê hatibû birîn, Kiliç piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan. Ahmet Kiliç (56) ê ku cezayê wî qediya, ji Girtîgeha Panosa Agiriyê ya Tîpa L, hat berdan.   Kiliç li girtîgehên wekî Êlih, Amed, Dîlok, Mûş, Tekîrdag, Şirnex, Wan û Panosê maye. Kiliç ê ku hat berdan li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe hat pêşwazîkirin.   Kiliç ê hat berdan bi tevî malbata xwe ve çûn Êlihê.