Bulbul: Divê êdî Birêz Ocalan azad be 2021-12-26 16:35:04   SEMSÛR - Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul, di kongreya partiya xwe ya Semsûrê de axivî û diyar kir ku her diçe tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berbelavî tevahiya girtîgehan dibe û ev tişt got: "Divê êdî Birêz Ocalan azad bibe. Bi tecrîdê pêşî li çareseriya demokratîk tê girtin."   Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Semsûrê, li eywanake dewetê ya bajar 4'emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Di kongreyê de pankarta "Em bi wêrekî û hêvî bi rêxistin bikin û faşîzmê têk bibin" û "HDP gel e, gel nikare bê bêdengkirin" hat daleqandin. Gelek kes tevlî kongreyê bûn. Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbûl tevlî kongreyê bû.    HÊZA OCALAN A ÇARESERIYÊ   Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre hilbijartina dîwanê hat kirin. Piştî diyarkirina dîwanê Parlamenter Kemal Bulbul axaftinek kir. Bulbûl, di axaftina xwe de rexneyên tund li polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê yên li dijî kurdan kir û got ku AKP-DAÎŞ hevlariyê dikin û polis û leşkerên tirk li dijî kurdan sûcê şer dikin. Piştî van rexneyên xwe yên li desthilata Bulbul, bal kişand ser rola Ocalan di çareseriya pirsgirêkan û wiha got: "Her diçe tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berbelavî tevahiya girtîgehan dibe. Divê demildest tecrîd bi dawî bibe. Divê êdî Birêz Ocalan azad bibe. Bi tecrîdê pêşî li çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd tê girtin. Heke tecrîd rabe dê di mijara çareseriyê de Ocalan rola xwe bilîze û hêza wî ya çareseriyê heye."   Piştî axaftinan ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Navçeya Navendî Haserî Ogûz û Yeşîm Camci hatin hilbijartin.    Kongre bi gerandina govendê bi dawî bû.