Li Bagokê operasyona leşkerî 2021-12-26 14:03:08 MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê, operasyona ku li çiyayê Bagokê û bejahiya gundê Qesra Belek hatibû destpêkirin, 4 roj in didome.  Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, hat hînbûn ku di 23'ê kanûnê de li çiyayê Bagokê û bejahiya gundê Qesra Belek operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin. Hat hînbûn ku operasyona bi beşdariya hejmarek zêde leşker û cerdevanan berdewam dike bi helîkopteran tê piştgirîkirin.    Derbarê operasyonê de tu daxuyanî nehat dayîn.