Kongreya Ciwanan: Wê ev berxwedana bi serkeftinê bi dawî bibe 2021-12-26 13:02:47   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag ku di Kongreya Meclisa Ciwanan de axivî, got ku berxwedana ku didin wê bi serkeftinê bi dawî bibe.    Meclisa Ciwanan a HDP'ê, 3'yemîn Kongreya Xwe ya Asayî bi şîara "Niha Dema Ciwanan e" li li navçeya Peyasê Amedê li Eywana Dewetê ya Kaplan Cityê li dar dixe. Ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn, Kocaelî û ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran ciwan hatin Amedê û di saetên serê sibehê de li ber eywana ku kongre tê lidarxistin li hev kom bûn û tevlî kongreyê bûn. Ciwanan demeke dirêj li peşiay eywanê dûrişmeyên "Em bi berxwedanê bi ser kevin" , "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî berxwedana ciwanan” berz kirin. Pêkhateyên Meclisa Ciwanan a HDP'ê, Ciwanên Azadîxwaz, Yekitiya Xwendekarên Şoreşger, Dev-Guç, Ciwaniya Demokratên Nû, Partiya Komunîst a Lubnanê, KOZ, Piştevaniya Bogazîçiyê û Federasyona Ciwanên Ermenî li kongreyê amade ne.    'EM Ê BIGHERÎNIN'    Pankartekê mezin ê li ser nivîsa "Niha Dema Ciwanan e" nivîsandî li eywana kongreyê hat daleqandin. Her wiha pankartên bi kurdî û tirkî yên "Em bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser kevin" , "Em ê biguherînin, demildest îstifa bikin" ,"Ji bo zanîngehên xweser ên azad niha dema ciwanan e" , "Bijî têkoşîna yekkirî ya ciwanan" û "Li dijî zayendparêziyê di akademiyê de bikeve tevgerê" hatin vekirin.    DÛRIŞMEYÊN OCALAN   Di kongreyê de ciwanan dûrişmên "Bijî Serok Apo" , "Bê Serok jiyan nabe" , "Silav silav hezar silav li Îmraliyê" , "Denîz Poyraz rûmeta me ye" , “Hikûmet îsitfa" û "Em ê bi berxwedanê bi der kevin" berz kirin û bi yek dengî "Çerxa Şoreşê" xwendin.    'WÊ CIWAN SIBEROJE AVA BIKIN'    Axaftina vekirinê ya kongreyê Endama Lijneya Diwanê Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran kir û got ku wê ciwan siberojê ava bikin.    DAG: CIWAN BÛN HÊVIYA KURDISTANÊ   Piştî Başaran, Parlamentera herî ciwan a HDP'ê Dersim Dag axaftinek kir. Dersim Dag, diyar kir ku ji çar aliyan ve ciwan hatine kongreyê û wê ev biryardarî ji bo ciwanên Kurdistanê bûye hêvî û wiha got: "Em ê coşê di sala 2022'yan de bi serkeftinê tacîdar bikin. Wê ciwanên kurd ji têkoşînê neqerin û wê ev berxwedan bi serkeftinê bi encam bibe. Em ê tev bi hev re ji bo Kurdistan û Rojhilateke Navîn a azad rola xwe bilîzîn."   Piştre sînevîzyoneke ku ji têkoşîna Meclisa Ciwanan a HDP'ê û ciwanên Tirkiyeyê pêk dihat hat nîşandan.    'EM AMADE NE VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN'   Piştî nîşandina sînevîzyonê Endama Meclisa Ciwnan a HDP'ê Esengul Kiliç jî axaftinek kir û bi lêv kir ku li dijî hemû polîtîkayên zextê wê ciwan têkoşîna xwe mezin bikin û wiha got: "Îro ev eywan ji bo faşîzmê bûye bersiveke mezin. Ev coş bû morelek mezin. Ciwan çok naşikînin, serî natewînin û faşîzm nikare wan têk bibe. Rexmî binçavkirin û girtinan jî ciwan bibiryardarî têkoşîna xwe didomînin. Wê ev sal bibe sala têkbirina AKP'ê. Em ciwan em ê vê bikin. Hevalên me dîl girtin û difikirin wê me wiha bitepisînin. Lê xeyalên wan têk çûn. Qrîza modernîteya kapîtalîst mezin dibe. Em amade ne vê pergalê biguherînin. Kesên ku hewl didin me bi tirsê û tecrîdkirina vîna me têk bibin, bila baş zanibin an jiyaneke azad an jiyanake azad."   Kongre bi axaftinan diome.