Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 293'an de ye 2021-12-26 11:42:57   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, ev tişt got: "Kesê ji zilmê re bêdeng bimîne wê êriş li wan jî were kirin."   Li navçeya Pirsûs a Rihayê, xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14'ê hezîranê de êrişî malbata Şenyaşar kirin û 3 ferdên malbatê kuştin. Li dijî vê zilma li ser ferdên malbata xwe Emîne Şenyaşar û kurê Ferît Şenyaşar, bi daxwaza edaletê di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta malbatê di roja 293'yan de didome.    Ji ber ku îro dawiya heftê ye malbata nobeta xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "Kê bi kîjan hêze re çi dike li holê ye herkes dizane û dibîne.Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek organîzekirî heye. Lê rayedar ker û lal in. Kesên ji zilmê re bêdeng bimînin wê êriş li wan jî were kirin."