Dest danîn ser daxwaznameyên girtiyen serî wî şikandin 2021-12-26 10:27:04   STENBOL - Parezer Destîna Yildiz ku serdana girtî Yasîn Eneç ê gardiyanan îşkence lê kiribû û serê wî şikandibûn kir, da zanîn ku hatiye xwestin bi darê zorê girtekê bi girtiyekî ku şahiya îşkenceyê kiriye bidine îmzekirin.    Di 17'ê kanûNê de li Girtîgeha Hejmara 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê, gardiyanan îşkence li girtî Yasîn Eneç kir û serê wî şikandin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Destîna Yildiz ku çû Girtîgeha Tekîrdagê, qala serboriya Eneç kir. Yildiz, da zanîn ku piştî îşkenceya lê kirine gardiyanan Eneç kirine odeya bisingir û 3 saetan li vir hiştine û ji ber ku rewşa wî giran bûye ew rakirine nexweşxaneyê û wiha got: "Li nexweşxaneyê personelên nexweşxaneyê pirsa "Çima hûn ewqas derneg man?" kirine."   E KÊLAN AVÊTINE SERÊ WÎ   Yildiz, diyar kir ku dema Eneç birine nexweşxaneyê cendirmeyên li cem ji bijîjk re gotine ku Eneç bi hevalê xwe yê hucreyê re şer kiriye û wiha got: "Bijîk rapora lêdanê amade kiriye lê raporê nedane Eneç. Piştî êrişî Eneç nikaribûye bimeşe, ji ber vê wî du caran bi sedyeyê rakirine nexweşxaneyê. Piştî ku Eneç birine nexweşxaneyê wî kirine hucreya yekkesî. Ji ber kuı rewşa wî giran bûye hevalê wî yê hucreyê yê berê dane cem. Dema ku hatiye hat hevdîtina min dixwaze bi kincên xwe yên bixwîn bê, gardiyanan nahêlin wisa were û ji neçarî kincên xwe diguherîne. Dema hat hevdîtinê bi zorê dimeşiya û bi zorê diaxivî, bêhna wî diçikiya. Ji ber êrişê 8 kêlan avêtibûn serê wî. Di nigê wî de jî şopên kêlan hebûn. Hestiyên wî şikiyabûn û canê wî mor bûbû. Çavê wî çepê bi awayî zêde bixwîn bû. Serkarmend vê êrişê kiriye. Gardiyanan ji Eneç re gotiye, 'Mafê te û kesên mîna te yê jiyanê tune ye'. Eneç got ku mafê ewlehiya canê wî tune ye. Dixwaze ji vê girtîgehê bê sewqkirin. Ev mafê wî nayê bersivandin. Got, 'di encamê de mirin jî hebe ez dixwazim ji vir herim'."   LÊPIRSÎN DANE DESTPÊKIRIN   Di berdewamê de Yildiz, bi lêv kir ku rêveberiya girtîgehê xwestiye bi zorê girtek bi girtiyekî ku şahidiya îşkenceya li Eneç hatiye kirine bide îmzekirin û ev agahî dan: "Ev girtiyê ku êriş dîtiye, girtek îmze nekiriye. Ji ber ku tiştên hatine kirine û tiştên di girtekê de ji hev cuda bûne girtî gotiye, 'Wijdanê min qebûl nake'. Vî girtî û Eneç niha di heman hucreyê de dimînin û bi hinceta vîrûsa koronayê wî dernaxin hevdîtinê. Piştî êrişê derbarê Eneç de 4 lêpirsînên dîsplînê li dane destpêkirin."    DAXWAZNAMEYAN DESTESERKIRIN   Yildiz, destnîşan kir ku daxwaznameyên ku Eneç ji Wezareta Edaletê, dozgerî û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê re nivîsandiye hatine desteserkirin û got ku li ser vegotinên Eneç wê bi îxbarê gilî bike.    MA / Mehmet Aslan - Ferhat Çelik