Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin 2021-12-26 09:03:47   ENQERE - Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî bidomin û ji bo çalakiyan bang li her kesî kirin.    Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de ye, her diçe li tevahiya girtîgehan belav dibe. Li girtîgehan di mehekê de ji ber binpêkirinên mafan 7 girtî jiyana xwe ji dest dan.    Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar kirin ku sedema binpêkirinan tecrîd e û ji bo rakirina tecrîdê bang kirin.Dayikan, ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê ya li Wan û Amedê didome jî bang kir.    ‘ZILMEK MEZIN'   Dayika Aştiyê KAdriye Ozgan, destnîşan kir ku dewlet dixwaze kurdan bi tecrîdê tune bike û got: "Bi salan e Ocaloan tê tecrîdkirin. Nikare hevd,tinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Em nizanin bê ka tenduristiya wî çawa ye. Ev bêedaletî ye, nayê qebûlkirin."    Dayi8k Ozgan, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got: "Tenduristiya Aysel Tûglûk nebaş e, lênayê berdan. Ji ber ku kurd e, vê îşkenceyê lê dikin. Zilm û îşkenceyeke mezin ki zarokên me û gelê me dikin." Ozgan, diyar kir ku tecrîd sîrayetî derve jî kiriye, lê belê dê tu çewisandin nikaribe têkoşîna wan bitepisîne û rewşa girtiyên înbfaaza wan hatiye taloqkirin bibîr xist.    ‘EM Ê LI BER GIRTÎGEHAN ÇALAKIYAN LI DAR BIXIN'   Ozgan, bilêv kir ku dewlet ji ber ku ji fikirên Ocalan ditirse wî tecrîd dike û got: "Di hiqûqê de tu cihê vê tecrîdê tune ye. Ez dayikên di Nobeda Edaletê ya Wan û Amedê de silav dikim, dilê min bi wan re ye. Lê ev ne bes e, lê ger tecrîda li ser girtiyan bi dawî nebe û girtiyên nexweş neyên berdan em dayikên aştiyê em ê biçin ber girtîgehan çalakiyan li dar bixin."    ‘BILA HEVDÎTIN BI SEROK RE BÊ KIRIN'   Dayika Aştiyê Munîbe Koç jî destnîşan kir ku heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî hebe û got: "Em dayikên aştiyê bi salan e dixwazin tecrîd bê rakirin. Ya li girtiyan tê kirin bêhiqûqîtî ye. Tecrîd mirin e. Demildest bila girtiyên nexweş bên berdan. Armanca wan û tecrîdkirina Ocalan çi ye? Halbûkî hevdîtin bi Ocalan re bê çêkirin dê ev şer biqede, mirov nemirin. Dê ne geîrla ne jî, eske rjiyana xwe ji dets nedin. Di nav hefteyekê de ji girtîgehan gelek cenaze derketin. Em dixwazin êdî cenaze neyên. Bila girtiyan bi salxmeî berdin. Demildest bila girtiyên nexweş berdin."   Koç, bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê dakevin kuçeyan û got: "Em jî tên tecrîdkirin." Koç, dayikên li Amed û li Wanê di Nobeda Edaletê de silav kirin û destnîşan kir ku têkoşîna wan têkoşîna tevahî dayikan e.