Gefa kuştinê li girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba tê xwarin 2021-12-25 15:08:23   STENBOL - Di Rûnişta F ya vê hefteyê de pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba yê li Girtîgeha Denîzliyê tê ragirtin anîn rojevê û hat diyarkirin ku dermanên girtî nehatine dayîn.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 509’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte li dar dixe, li avahiya xwe ya li Taksîmê pêk anî. Endamên komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Yûsûf Akbaba yê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin. Li eywana daxuyanî lê hat dayîn pankarta “Bila girtiyê nexweş Yûsûf Akbaba were berdan” hat daliqandin.    Endamê Komîsyona Girtiyên Nexweş yê ÎHD’ê Mehmet Acettîn, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin û bangên têkildarî mijarê jî tên paşguhkirin.    DERMANÊN WÎ NADINÊ   Acettîn, dazanîn ku Yûsûf Akbaba (57) ku 29 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê girtî ye, nexweşê giran ê şekir, tansiyona bilind û dil e û ji ber van nexweşiyan hatiye asta korbûnê. Acettîn anî ziman ku  Akbaba ji ber birînên xwe yên baş nabin bi zehmetî dikare bimeşe. Acettîn, destnîşan kir ku ji ber nexweşiyên xwe yên di rewşên lezgîn de çêdibin, gelemperî nebirine nexweşxaneyê, dema dibin nexweşxaneyê jî dermanên wî yên bireçete nadinê û di demekî dirêj tena sera xwe di karantînayê de dihêlin.   ‘GEFA KUŞTINÊ LI AKBABA TÊ KIRIN!’   Acettîn, diyar kir ku tevî Akbaba nikare tena serê xwe pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne jî, di hucreya yek kesî de tê girtin û wiha got: “Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Akbaba di hucreyeke li koridora girtiyên edlî lê hene tê ragirtin û bi hedef nîşandana girtiyên edlî gefa kuştinê lê tê xwarin. Yûsûf Akbaba ku mafê wî yê tenduristî û tedawiyê hatiye astengkirin, mîna girtiyên nexweş ên jiyana xwe ji dest dane terkî mirinê hatiye kirin û ji bo karibe mafê xwe yê jiyanê biparêze divê demildest were berdan.”   Acettîn, xwest ku Akbaba û hemû girtiyên din ên nexweş, pîr, astengdar demildest bên berdan û di vê mijarê de raya giştî hestiyar be.