Bi wan çavên xwe yên nabînin li dû edaletê ye: Dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e 2021-12-25 09:10:53 ROBOSKÎ - Mehmet Encu yê ku çavên wî nabînin û 10 sal in doza edaletê dike got: "Vê dewletê du bira, kurek û çavekî deyndarê min e."  Gava mirov dibêje "çavwindakirin" tu bikî nekî ewilî nedîtin tê bîra mirov. Lê ev ji bo du bavên ku di Komkujiya Roboskiyê de kurên wan hatine kuştin xwedî wateyeke pir cuda ye. Roja komkujiyê hewl dabûn bi destdanê bedenên zarokên xwe bibînin û nas bikin. Lê belê 10 sal in di bin bîr û çahlên tipîtarî yên bêedaletiyê de mane.    Mehmet Encu (43), di komkujiya Roboskîyê de kurê wî Erkan Encu yê 13 salî, birayên wî Savaş (15) û Husnî Encu (43) hatine qetilkirin. Mehmet Encu di salên 1990'î de cerdevantî kiriye, lê di sala 1998'an de di dema teqîna mayinekê de her çavê wî kor bûye.    Kurê wî Erkan, her tim jê re gotiye "Ez ê bixwînim û çavê te sax bikim."    Erkan, hem dixwend hem jî dixebitî. Wê rojê cara ewil bû ku bi apên xwe re berê xwe daye qaçaxçîtiyê. Ev çûna wî ya ewil û dawî bûye. Bavê wî dibêje piştî wê rojê ew çavê wî yê ku hinekî didît jî hew dibîne.      'DEWLET DEYNDARÊ MIN E'    Mehmet Encu, diyar dike ku, dewlet 3 bira, zarokek û çavekî deyndarî wî ye û dibêje: "Niha 3 keçê min û 2 kurên min hene. Wê sala ku komkujiya Roboskîyê çêbû, tenê Erkanê min hebû. Piştî Erkan, zarokekî min çêbû û min navê wî kir Bariş Erkan. Wê rojê xwest ku bi her du apên xwe re biçe. Cara ewil bû diçû. Dema ku berf dibarî me nedixwest biçe heta derve jî. Di sînor de bedenên wan perçe bûn. Devlet ne yek caran sed caran deyndarê min e."    WÊ HESAB BIDIN   Encu, bilêv dike ku birayê wî Husnu yê 9 salên wî çêbûbûn zewicîbû û zarokê wî tune tune bûn û dibêje: "Ji bo ku zarokên wî çêbibin gelek caran diçû bajaran tedawî dibû. Lê tiştek ji tedawîyê dernediket. Hê ku ev bûyer çênebû bi 3 mehan beriya wê çûbû Edeneyê. Bijîşk ji wî re gotibû hevjîna wî ducanî ye. Mixabin berê ku zarokê wî bê dinê wî jiyana xwe ji dest da. Zarokê wî yê ku çêbû jî sêwî ma. Me navê wî jî li wî kir."   'HATIBÛ PLANKIRIN'   Encu, di berdewama axaftina xwe de bilêv dike ku ew komkujî bi zanebûnî hatiye kirin û dibêje: "Ev komkujî qethiyen bi şaşitî çênebû. Çimkî berî ku komkujî çêbibe bi mehekê qereqolên li Roboskî, Bêjûh û Mergê hatin valakirin. Mehek derbas nebû ev komkujî çêbû. Di wê şeva ku komkujî çêbû de her sê rêyên ber bi sînor ve hatin girtin. Ne 38, 100 mirov jî li wir bûna wê ev komkujî pêk bianiyana. Çimkî plana wê hatibû kirin. Em biçin ku em ê vê komkujiyê bînin ziman. Helbet wê rojekê hesab bê pirsîn."   BI WAN ÇAVÊN XWE YÊN KOR LI CENAZEYÊ KURÊ XWE GERIYAYE   Abdûrrahman Encu (52) jî çavên wî nabînin. Encu, gava 40 salî bûye çavên wî kor bûne. Di komkujiyê de kurê wî yê 16 salî Bîlal tê kuştin. Encu, dema ku behsa kurê xwe dike, hêsir ji çavan dibarin. Diyar dike ku kurê wî ji bo ku pereyê emelîyeta çavên wî bide ser hev qaçaxçîtî kiriye û dibêje: "Dema ku komkujî çêbû kurê min ê 10 salî bi destê min girt û ez birim cihê bûyerê. Berf barî bû û dinya gelek sar bû. Em gelek caran ketin erdê. Çokên me hemû di nav xwînê de man. Ji ber bombardimanê gelek cenaze di bin keviran de mabûn. Li ser her cenazeyekî metreyek berf hebû. Pişt re malbatên din jî hatin hewarê û me bi hev re cenaze ji bin berfê derxistin. Ez bi destê xwe li kurê xwe geriyam. Min nas nedikir. Lê kurê min ê 10 salî birayê xwe nas kir û got, 'Bavo birayê min ev e.' Derb ji serê xwe xwaribû. Min ew xist hembêza xwe û ew maç kir."    10 SAL IN NAÇE NEXWEŞXANEYÊ   Bav Encu, tîne zimên ku piştî qetilkirina kurê wî neçûye nexweşxaneyê û dibêje: "Zaliman nehişt ku kurê min bixwîne û min bibe nexweşxanê. Nehiştin ku alîkariya min bike. Ji wê rojê heta niha ez naçim nexweşxaneyê. Ew tişta ku kurê min dixwest pêk bîne, çênebû. Di dilê wî de ma û çû. Ji wê rojê heta îro tişta ku em dijîn êş û kul in. Em ji zarokên xwe pêvtir tiştekî din nafikirin, ji xeynî wan tiştek nayê ber çavên me. Dema ku ew roj tên ber çavên me, em rûdinên û digirîn. Em nikarin xwarinê bixwîn. Tenê tişta ku ji destê me tê, em nifiran li van zaliman bikin."   Abdurrahman Encu di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Kurê min ê biçûk, piştî birayê xwe di wî halî de dît hew baş bû. Carina bi şevan bi tena serê xwe derdikeve û diçe. Tendûristiya wî xirab bûye. Merhameta AKP'ê tune ye. Ev 10 sal in em doza edaletê dikin û em dibêjin bila faîl bên dîtin. Lê nayê. Em ê bimrin û biçin, lê wer xuya ye em ê failên zarokên xwe nebînin. Xwedê heqê me ji wan re nehêle."    MA / Zeynep Dûrgût-Arjîn Dîlek Oncel