Polîsan ji dayika ku cenazeyê xwe negirtiye xwest biçe ber HDP'ê rûnê 2021-12-25 09:09:06 AMED - Menîce Yenî ku bertek nîşanî nedayîna cenazeyê kurê xwe yê tê diyarkirin li bejahiya navçeya Pîranê di şer de jiyana xwe ji dest daye da, ragihand ku polîsan gazî wê kiriye ku tevli çalakiya li ber avahiya HDP'a bajêr bibe.  Zindan Yenî yê HPG'yî di meha Îlonê de li bejahiya gundê Pirajman ê navçeya Pîran a Amedê di şer de jiyana xwe ji dest da. Malbata wî di 9'ê Mijdarê de pê hesiya ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku eskeran xebera mirina Yenî ragihand malbatê, malbatê di heman rojê de serî li Serdozgeriya Komarê da. Dozger bi hinceta "dereng e" serdana malbatê esas negirt. A din a rojê malbatê dîsa serlêdan kir, lê vê carê berê malbatê dan Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Malbat li vira pê hesiya ku tenê tiliyên kurê wan maye. Dozger bi hinceta "sedema mirina wî nediyar e" perçeyên ji cenaze mayî nedan malbatê. Malbat li benda wergirtina cenaze ye ku zêdetirî mehek e ji Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê re hatiye şandin.    ESKERAN HEQARET KIR   Dayik Menîce Yenî doza cenazeyê kurê xwe kir. Dayik Yenî, bilêv kir ku eskeran xebara mirina Zindan Yenî ragihandiye kurê wê yê biçûk ê 17 salî û gotine "Me birê te kuşt, werin cenazeyê xwe wergirin." Dayik Yenî, anî ziman ku ji bo zanibin ka cenaze yê kurê wê ye yan na xwestine etsta DNA'yê bikin, lê dozgeriyê ji wan re gotiye "Şopa tiliyên wî hene. Pêdivî bi testa DNA'yê tune ye."    MIDÛRIYETA POLÎSAN TELEFONÎ MALBATÊ KIR   Dayik Yenî, bilêv kir ku piştî xebera mirina kurê wê midûriyeta polîsan tim telefonî wan dike û got: "Telefonî xizmên me dikin û ji wan dipirsin, 'Telefonî xizmên xwe bikin û ji wan re bibêjin 'Haya we ji kurê we heye? Em dixwazin wan ji nav rêxistinê derxînin û teslîmî we bikin.' Mer pirsî 'hûnji ku derê telefon dikin?' Gotin, ji midûriyeta polîsan. Ji bo bandorek nebaş li me bikin vî tiştî dikin. Ji min re gotin tenê destekî kurê te maye. Ma gava mirovek bimire tenê destek wî dimîne? Jixwe hê em nizanin vê cenaze yê kurê min e yan na. Hemû zarok ji bo me wekhev in, lê çima testa DNA'yê nakin?"    ‘JI HESTIYÊN ME DITIRSIN'   Yenî, anî ziman ku ji ber ku cenazeyê xwe wernegirtine li mala wan her roj şîn e û got: "3 meh derbas bûye, lê meha borî ji me re gotin. Dixwazim cenazeyê kurê xwe wergirim. Te canê me stend, lê tu doza çi li hestiyên me dikî? Ji me ditirsin, ji zarokên me ditirsin, ji hestiyên me ditirsin."    GAZÎ MALBATÊ KIRIN KU BIÇE BER HDP'Ê   Dayik Yenî, ragihand ku çend roj berê kesekî ku xwe wekî polîsan daye naskirin telefonî kurê wê yê biçûk kiriye û jê pirsa kurê wê yê din ê tevli PKK'ê bûye kiriye. Yenî got: "Ji kurê min pirsî ne, 'birayê te li ku ye?' Kurê min jî gotiye, 'nizane. Ew kes ji kurê min re dibêje, wê hejmareke telefonê bide wî, divê telefon biike û dê ev kes birayê wî bibîne. Herî dawî dibêje, 'Bila dêya te jî bê li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûnê.'" Yenî bertek nîşanî vê yekê da û got: "Dilopek xwîn jî di canê min de bibîne ez dev ji doz kurê xwe bernadim."