Banga ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê: Bi xwedîderketinek baş dê encamên erênî bi dest bikevin 2021-12-25 09:08:34   WAN - Aktivîstên TJA'yê ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tê şewitandin bên berdan didome bang kirin û gotin, dê bi xwedîderketinek xurt re encamên erênî bi dest bikevin.    Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyênînfaza wan tên şewitandin bên berdan bang kirin. Aktivîstên TJA'ayê Gulcan Kaçmaz û Aynûr Sarica diyar kirin ku divê xwedîli malbatan bê derketin û ji bo şikandina tecrîdê jî bal kişand ser girîngiya çalakiyan.    TECRÎDÊ LI QADÊN JIYANÊ BELAV BÛ   Aktivîsta TJA'yê Aynûr Sarica, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sîrateyî tevahiya qadên jiyan kiriye û got: "Tecrîd, girtiyên nexweş jî di nav de li ser hemû girtiyan tê pêkanîn. Em jin jî heya ku ev tecrîd bişikê em ê li qadan bitêkoşin. Divê piştgiriya Nobeda Edaletê bê kirin ku malbatan ji bo rakirina tecrîdê û berdana girtiyên nexweş daye destpêkirin. Malbata Şenyaşarê jî di nav de em ê li cem hemû malbatan bin."    Sarica bang li hemû malbatan kir ku tevli çalakiya nobedê ya malbatan bibin.    DIVÊ XWEDÎ LO NOBEDÊN EDALETÊ BÊ DERKETIN   Aktivîsta TJA'yê Gulcan Kaçmaz, bilêv kir ku bi îqtidara AKP'ê re binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyan gihaştine asta herî bilind û got: "Tecrîd û polîtîkayên girtîgehan wekî polîtîkanî xelekî ne. Ên li dijî vana bi awayekî cidî rabe ser xwe jî qadên têkoşînê ne. Lewma gava xwedî li çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatan bê derketin dê encamên erênî rû bidin."    ‘DIVÊ EM BI RÊXISTINBÛYÎ BITÊKOŞIN'   Kaçmaz, anî ziman ku bi hezaran mirov bi hincetên sûkî hatine girtin û ya tê kirin polîtîkaya tolhilgirtinê ye. Kaçmaz got: "Ji qadên herî girîng ên têkoşînê yek jê girtîgeh e. Lewma divê xwedî li girtîgehan bê derketin. Gelek girtiyên tenduristiya wan pir xirab hene. Lewma divê xwedî li wan bê derketin û li derve dengên wan bê bilindkirin. Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin divê em pêşî li ber van polîtîkayan bigirin. Em dikarin vê yekê jî bi hêza xwe ya rêxistinbûyî bikin."   MA / Dîndar Karataş