ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN 2021-12-25 09:00:43 * Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek, diyar kir ku di sedsala duyemîn a komarê de armanca avakirina Komara Demokratîk danîne ber xwe û got: "Em dixwazin di vê sedsalê de bi ser bikevin. Em mecbûr in ji bo serketinê mezin bifikirin. Em mezin bifikirin, em mezin ava bikin û bi awayekî mezin bi ser bikevin." * Aktivîsta TJA'yê Nûr Aytemûr got:  "Em dikarin tecrîda girankirî bi rêxistinbûyîna xwe ya perspektîfa Rêya Sêyem bişikînin."   * Aktivîstên TJA'yê ji bo piştgiriya Nobeda Edaletê ya li Baroya Wanê ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tê şewitandin bên berdan didome bang kirin û gotin, dê bi xwedîderketinek xurt re encamên erênî bi dest bikevin.    * Menîce Yenî ku bertek nîşanî nedayîna cenazeyê kurê xwe yê tê diyarkirin li bejahiya navçeya Pîranê di şer de jiyana xwe ji dest daye da, ragihand ku polîsan gazî wê kiriye ku tevli çalakiya li ber avahiya HDP'a bajêr bibe.    * Veysî Eskî, parêzerê Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest da û malbata Gezerê, li HSK'ê giliyê dozgerê dosyeyê kirin, ji ber ku biryara veşarî daniye ser dosyeyê.    * Xizmên girtiyan ên li Îzmîrê ku piştgiriya malbatên girtiyan ên li Amed û Wanê çalakiya Nobeda Edaletê li dar dixin dikin gotin: "Wezareta Dadê û ên welêt bi rê ve dibin sûc dikin."    * Mehmet Encu yê ku çavên wî nabînin û 10 sal in doza edaletê dike got: "Ev dewlet du bira, kurek û çavekî deyndarê min e."    * Nobeda Malbata Şenyaşar wê di roja 292’emîn de berdewam bike.    * Rêxistinên elewiyan wê ji bo bîranîna Komkujiya Mereşê ya salvegera 43'emîn bîranînên li dar bixin. (11.00)   * Rêxitina HDP'ê ya Rihayê wê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar li ber avahiya xwe hevdîtina "Niha Dema Edaletê ye" li dar bixe. (12.00)   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 874'emîn de li aqûbeta windayan bipirse û daxwaz bike ku kujer werin cezakirin. (12.00)   * Li Amed û Êlihê Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê wê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)     * Malbatên girtiyan wê li Amed, Wanê û Enqereyê Nobeda Edaletê bidomînin. (13.00-16.00)   * Şaxa ÎHD'a Îzmîrê wê li ber Sumerbanka berê ya navçeya Konakê balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.00)   * Şaxa ÎHD'a Stenbolê wê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 509'emîn de li avahiya xwe li dar bixe. (13.30)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî wê di hefteya 381'emîn de li ber avahiya ÎHD'a Enqereyê daxuyanî bide çapemeniyê.